Li Helebê panelek li ser behreyên wêjeyî hat lidarxistin

Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê, bi armanca pêşxistina behre, jêhatî û pênûsan paneleke wêjeyî li dar xist.

6 tîrmeh, 2025   22:45
HELEB

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina astengî û zehmetiyên li pêşiya çîrokbêjan û helbestvanan derdikevin û parguherîna tecrubeyên di qada wêjeyî de û piştgiriya kesên xwestekên wan ên nivîsandin û afirîneriyê hene, panelek li Qehwexaneya Helebê- Paytexta Çanda Îslamî li dar xist.

Nivîskar, çîrokbêj û helbestvan tev li panelê bûn. Helbestvan Cîhan Kor Ebdo panel bi rê ve bir.

Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Faûe der barê panelê de wiha axivî: "Panel, hevdîtineke zanistî û civakî ya çalak e. Çîrok, helbest, roman di nav xwe de dihewîne. Van beşan xurttir dike û hestên jiyanî rave dike."

Di panelê de, di nav de zarok, 16 kes beşdar bûn, helbestên xwe yên bi sernavên curbicur xwendin.

Di dawiyê de 2 helbestvanên rexnegir Fesîh El Xidor û Ednan El Dirbî hatin xelatkirin û spasname li beşdaran hat belavkirin

(şx/fr)