Metirsî heye şewatên Laziqiyê bigihîjin parastgeha Firenleq

Tîmên agirkujiyê hewl didin şewatên li daristanên gundewarê Laziqiyê vemirînin. Digel wê jî metirsî hene ku agir ber bi parastgeha Firenleq ve biçe, ku tê de rûberên fireh ên daristanên gihîştine hev hene.

Metirsî heye şewatên Laziqiyê bigihîjin parastgeha Firenleq
6 tîrmeh, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên agirkujiyê xebatên xwe yên vemirandina şewatên li daristanên gundewarê Laziqiyê yên perava Sûriyeyê didomînin. Hemwextî wê metirsî hene ku şewat bigihîje Parastgeha Firenleqê, nexasim ku pileyên germahiyê zêde ne û ba jî xurt e.

Bernameya Guhartina Hewayê ya Sûriyeyê da zanîn ku di mehên dawîn de zêdetirî 3 hezar şewat çêbûne û di encamê de zêdetirî 5 hezar û 700 hêktar ji daristanên xwezayî û zeviyên çandiniyê şewitîn. Ev şewat di wextekê de ku pileyên germahiyê zêde ne, zêdebûna ziwabûnê û lezbûna hewayê, pêk tê.

Bernameyê banga bilindkirina asta amadekarî û amadebaşiyê bi rêya perwerdekirina tîman, nûjenkirina alavan û danûna planeke neteweyî ya taybet bi rûbirûbûna şewatên daristanan, kiribû.

Bernameyê destnîşan kir ku divê civaka xwecihî di xebatên tedbîrgirtinan de beşdar be, tîmên xwebexş werin amadekirin, rewşa awarte li deverên zirardîtî were ragihandin û çavkaniyên taybet ji bo çareserkirina bermahiyên karesatan werin veqetandin, piştgiriya malbat û cotkarên zirar dîtine bê kirin.

(mh/fr)