‘Êrişa li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldana şikandina îradeyê ye’

Tevgera Banga Sûriyeyê diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke siyaseta êrişkar a dewleta Tirk e ku amûrên xwe yên tundraw bi kar tîne da ku îradeya gelê Sûriyeyê bişikîne.

‘Êrişa li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldana şikandina îradeyê ye’
7 cotmeh, 2025   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştî dorpêçeke dijwar êrişek bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di encamê de 2 kes şehîd bûn û zêdetirî 60 kesên din birîndar bûn.

Tevgera Banga Sûriyeyê bi daxuyaniyeke taybet ji ajansa me re ev geşedan şîrove kir û diyar kir: "Dorpêçkirin û hewldanên têkbirina aramiya her du taxan berdewama kiryarên domdar in ku salên dawîn gelek caran dubare bûne, lê îro ew aliyekî wê yê xeternak heye. Ev êriş îro di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk de pêk tên, armanca wê derxistina şerekî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e."

Tevgera Banga Sûriyeyê wiha dewam kir: "Tiştê ku li Şêxmeqsûdê qewimî dê bibe destpêka şerekî ku dewleta Tirk dê amûrên xwe yên tundraw li dijî îradeya gelê Sûriyeyê bi kar bîne, ji bo berjewendiyên îslama siyasî.”

(k)