Li Humsê mamosteyek hat qetilkirin

Komeke çekdaran li bajarê Humisê mamosteyeke jin qetil kir.

Li Humsê mamosteyek hat qetilkirin
7 cotmeh, 2025   13:19
HUMIS

Mamoste Leyal Dumer Xerîb vê sibehê dema diçû dibistana Welîd Necar a li taxa Cendelî ya li Humsê, ji aliyê komeke çekdaran ve hat gulebarankirin û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku mamoste Leyal dayika 4 zarokan e.

(bb)