Tom Barrack û siyaseta wî ya li Sûriyeyê 

Tom Barrack kî ye ku Donald Trump bi erkên taybet ê berfireh ve ew anî ser girîngtirîn dosyeyên Rojhilata Navîn? Di salekê de ku wek Nûnerê Taybet ê DYA’yê ji bo Sûriyeyê xebitî, çi bûyer pêk hatin û siyaseta Barrack li ser erdê çawa encam da?

Tom Barrack û siyaseta wî ya li Sûriyeyê 
2 hezîran, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Di wextekê de ku bendewarî hene dema karê Tom Barrack wek nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Sûriyeyê bi dawî bibe, daxuyaniyên ku di 24 saetên dawîn de hatin dayîn, nîşan didin ku di siyaseta Washingtonê ya li hember Rojhilata Navîn de qonaxeke nû dest pê kiriye. Piştî ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio ragihand ku karê Barrack li Sûriyeyê bi dawî bûye, serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku Barrack ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê her wiha ji bo Iraqê jî wek nûnerê taybet ê serok hatiye erkdarkirin.

Ev biryar nîşan dide ku rêveberiya Trump çi qas baweriyê dide Barrack û wî wek yek ji nûnerên xwe yên herî bibandor li herêmê dibîne. Barrack ku di heman demê de sefîrê DYA’yê li Tirkiyeyê ye, niha jî li Tirkiye, Sûriye û Iraqê bûye yek ji kesên herî girîng ku li ser navê Washingtonê tev digere.

Lê daxuyaniyên cuda ku di nav 24 saetan de ji Washingtonê hatin kirin, nîqaşan ji kesayeta Barrack zêdetir ber bi mekanîzmayên biryardan û rêvebirina siyaseta rêveberiya Trump ve bir. Piştî daxuyaniya Rubio ya ku got ‘karê Barrack bi dawî bûye’, ragihandina Trump ya desthilatiya nû pirsgirêkên nû li ser hevrêziya hundirîn û pêvajoya rêvebirina siyasetan derxist holê.

Ji aliyê din ve, Barrack di dosyeyên Sûriye û Iraqê de wek kesek ku polîtîkayên Enqereyê diparêze, tê naskirin. Ev rewş bi taybetî di nav derdorên siyasî yên Kurdan, komên dijberî rejîma Îranê û hin derdorên ewlehiyê yên Îsraîlê de bi dijberî tê pêşwazîkirin. Nêzîkbûna Barrack li herêmê ne li ser guhertina bingehîn a hevsengiyên hêzê ye, lê li ser damezirandina hevsengiyeke nû di nav aktoran de û rêvebirina pêşbirkê ye. Barrack, di guhertinan de gelan, baweriyan, çandan esas nagire, îradeya civak binpê dike û tenê di rêveberiyê û deshilatê li gorî polîtîkayên DYA’yê esas digire.

TOM BARRACK KÎ YE Û ÇIMA EW QAS DESTHILATDAR E?

Thomas Joseph Barrack ku ji malbateke lubnanî ya koçber tê, yek ji navdarên herî mezin ên cîhana bazirganiyê ya DYA’yê ye. Bi torên mezin ên veberhênanê yên ku di sektora milk û xaniyan de ava kirine, ew bûye xwediyê sermayeyeke bi milyar dolaran. Di heman demê de, ew zêdetirî 40 salan e dost, şîrik û hevpeymanê siyasî yê Donald Trump e.

Barrack di kampanyaya hilbijartinê ya Trump a sala 2016’an de roleke girîng lîst û wek yek ji kesên ku Trump herî zêde pê bawer e, tê zanîn. Barrack ne ji kariyera dîplomasiyê, lê ji cîhana bazirganî hatiye. Avantaja wî ya herî mezin gihaştina rasterast a Trump û têkiliyên wî kesane ne ku bi rêber û rêveberên herêmê re ava kirine.

Ji ber vê yekê rêveberiya Trump, li şûna kanalên klasîk ên dîplomatîk, di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de Barrack wek aktoreke sereke derxistiye pêş. Piştî dosyeya Sûriyeyê, dayîna dosyeya Iraqê jî nîşana ewlehiya Washingtonê ya li hember Barrack e.

STRATEJIYA BARRACK LI SÛRIYEYÊ

Siyaseta Barrack li ser 3 armancên bingehîn hatiye avakirin;

* Derxistina rêveberiya Şamê ji îzolasyona navneteweyî,

* Sivikkirina cezayên DYA’yê,

* Lezkirina pêvajoya normalbûnê ya herêmî.

Di dema karê xwe de Barrack bû yek ji kesên herî girîng ku piştgirî da rêveberiya demkî ya Ehmed El Şara li platformên navneteweyî. Ew ji bo rakirina cezayên DYA’yê gelek hewldanên dîplomatîk da û welatên Rojava teşwîq kir ku têkiliyên xwe bi Şamê re ji nû ve ava bikin.

Lê belê, ev nêzîkbûn jî bi xwe re li hember binpêkirinên mafên mirovan û êrişên li dijî gelan a hikûmeta demkî bêdengiya Washingtonê bi xwe re anî. Yek Armanca Washington heye, ‘çi dibe bila bibe piştgirî bide hikûmeta demkî’. Ev jî dibe sedem ku Washington çavê xwe ji her tiştî re bigire.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ ELEWIYAN Û HELWESTA BARRACK

Yek ji mijarên herî nîqaşbar ên serdema Barrack, bûyerên ku li herêma sahîlê ya Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk hatin bûn.

Ji Adara 2025’an ve li Lazkiye, Tartûs, Hema û gundewarên Himsê êriş dest pê kirin û hat ragihandin ku bi hezaran kes hatine qetilkirin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku gelek sivîl bê dadgeh hatine kuştin û jin û zarok jî di nav qurbaniyan de ne.

Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî ragihandin ku di gelek bûyeran de delîlên kuştinên bê dadgeh hene.

Tevî vê yekê, xuya bû ku karê Barrack pêşxistina têkiliyên bi rêveberiya Şamê re bû. Rêveberiya DYA’yê, her çend êriş şermezar kirin jî, gava pêwîst a zêdekirina zextê li ser Şamê neavêt. Ev rewş ji aliyê nûnerên civaka Elewiyan ve wek “Amerîka ji bo îstiqrarê çav li komkujiyan digire” hate şîrovekirin.

QETLÎAMA SIWEYDAYÊ Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ DURZIYAN

Krîzeke din a mezin ku di dema Barrack de pêk hat, qetlîama li Siweydayê bû.

Di dema pevçûnan de ku Tîrmehê dest pê kirin, bi sedan sivîlên Durzî hatin kuştin. Saziyên navneteweyî û çavkaniyên herêmî rapor belav kirin ku li herêmê infazên bê dadgeh û binpêkirinên giran ên mafan pêk hatine.

Her çend Barrack ji bo astengkirina pevçûnek rasterast di navbera Israîl û Sûriyeyê de hewldanên dîplomatîk kir jî, derdorên Durziyan gotin ku DYA’yê di parastina sivîlan de têr nebû.

DOSYEYA KURDAN: DORPÊÇ, ÊRIŞ, KOMKUJÎ Û NAVBEYNKARIYA BÊENCAM

Yek ji qadên ku Barrack herî zêde li ser hate rexnekirin, navbeynkariya wî ya di navbera hikûmeta demkî û rêveberiya xweser bû.

Tevî peymanên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hatibûn îmzekirin, li gelek herêman, bi taybetî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, hikûmeta demkî dorpêç û êriş dan destpêkirin.

Piştre hikûmeta demkî dorpêç û êrişên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kir. Li Dêrezor, Reqa, Tebqa, Dêr Hafir, Tişrîn, Kobanê û derdora wan pevçûnên giran pêk hatin.

Hat dîtin ku gelek agirbestên ku bi navbeynkariya DYA’yê hatibûn ragihandin li ser erdê nehatin sepandin. Derdorên siyasî yên Kurdan dibêjin ku Barrack bi berdewamî piştgirî da entegrasyona hêzên Kurd di nav rêveberiya Şamê de, lê ji bo ewlehiya Kurdan û statuya wan ya siyasî garantiyên şênber neanî.

Ji ber dorpêçkirin û êrişan hezaran kes koçber bûn, gelek kes winda bûn û çarenûsa sedan kesan hîn jî nayê zanîn.

Di vê pêvajoyê de jî xuya bû ku hewldanên navbeynkariyê yên Barrackê encam nedan.

ÇETEYÊN BIYANÎ Û NÎQAŞÊN EWLEHIYÊ

Di nav rêveberiya hikûmeta demkî de hebûna hin kesên ku berê di nav rêxistinên El-Qaîde, El-Nusra an jî DAIŞ’ê de cih girtibûn, li derdorên navneteweyî jî rê li nîqaşan vekir.

Raporan nîşan dan ku hin çeteyên biyanî yên ku bi binpêkirinên mafên mirovan tên tawanbarkirin, bi hemwelatîbûna di nav saziyên dewletê û avahiyên ewlehiyê de hatine cihkirin. Tevî vê yekê, rêveberiya DYA’yê li hember vê yekê helwestekekî nîşan neda.

Ev rewş nîqaşên li ser nakokiya di navbera gotara “şerê li dijî terorê” û pratîkên li ser erdê de zêde kirin.

VEGERA DAIŞ’Ê

Pêvajoya ku Barrack tê de kar dikir, di êrişên DAIŞ’ê de jî zêdebûneke berbiçav hate qeydkirin.

Hat ragihandin ku rêxistin bi taybetî li gelek deverên Suriye ji nû ve çalak bûye, şaneyên nû ava kirine û êrişên li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan pêk tîne. Di vê derbarê de gelek raporên pêbawer jî hatine parvekirin.

KRÎZA ABORÎ Û ZEXTÊN CIVAKÎ

Tevî siyaseta normalbûnê ya ku Barrack piştgirî da, di aboriya Sûriyeyê de başbûna ku tê bendewarkirin pêk nehat.

Bêkarî, xizanî û pirsgirêkên gihîştina xizmetên bingehîn berdewam kirin. Krîzên elektrîkê, av û sotemeniyê domandin û bi milyonan Surî hîn jî bi alîkariyên mirovahî dijîn.

Di heman demê de derdorên dijber dibêjin ku rêveberiya nû pergala hiqûqî her ku diçe li ser bingehên olî ava dike û li şûna pirrengiya siyasî rêveberiyeke yek-navendî hêzdar dibe.

Ji ber vê yekê gelek Surî ji vê yekê bawer dikin ku guherîna demokratîk a ku piştî Esedê dihat bendewarîkirin pêk nehatiye.

MÎRASEKE NÎQAŞBAR

Tom Barrack heyama xwe ya karê di demeke ku rêveberiya Şamê meşruiyeta navneteweyî bi dest xist, cezayên DYA’yê sivik bûn û normalbûna herêmî lez girt, bi dawî dike.

Lê di heman demê de êrişên li dijî Elewiyan, krîza Siweydayê, rewşa û entegrasyona li herêmên Kurdan, meşrukirina çeteyên biyanî, vegera DAIŞ’ê û krîza aborî ya kûr jî pêk hatin.

Her çiqas li gor piştgirên wî, Barrack dîplomatek e ku di nav pergala navneteweyî de ji nû de cih daye Sûriyeyê jî; li gor rexnegiran, ew nûnerê Washingtonê ye ku ji bo berjewendiyên herêmî li hember binpêkirinên mafên mirovan, êrişên li dijî gelan û daxwazên demokratîk bêdeng ma.

Dayîna dosyeya Iraqê jî ji aliyê Trumpê ve nîşan dide ku bandora Barrackê li Rojhilata Navîn ne qediyaye, lê her ku diçe zêdetir dibe. Lê mîrasa ku ew li Sûriyeyê hiştiye, di salên pêş de jî dê yek ji mijarên herî nîqaşbar ên siyaseta herêmî bimîne.