Emîne Osê: Nêrîna hevbeş a jinan sîstemeke nenavendî ye

Berdevka Komîteya Itîfaq û Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîne Osê diyar kir ku hikumeta veguhêz destwerdana hemû hurgiliyên jiyana jinan dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di nava sîstemê de di hemû qadan de xwe bi rêxistin dike.

Emîne Osê: Nêrîna hevbeş a jinan sîstemeke nenavendî ye
3 cotmeh, 2025   03:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, hebûna jinan di nava sîstemê de, jin Sûriyeyeke çawa dixwazin û ji jinan çi tê xwestin, berdevka Komîteya Itîfaq û Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîne Osê ji ajansa me re axivî.

Emîne Osê bi bîr xist ku piştî hilweşandina sîstema 54 salî ya rejîma Baasê ya dîktator a navendî ku li gorî rastiya pirreng tune bû, gelê Sûriyeyê li hemberî wê serî rakir û banga guhertineke bingehîn kirin; desthilateke nû hate dayîn, hêviya her kesî ew bû ku Sûriyeyeke demokratîk pêk were, ji ber ku demokrasiya welatiyekî ji nêzîkatiya doza jinan tê xuyakirin. Çi qasî di welatekî de pîvanên demokratîk, zagonên ku mafên jinan biparêze, ew qas jî ew welat demokratîk e û wiha pê de çû: “Lê mixabin bi hişmendiyeke neteweperest, her wiha bi hişmendiya olperestiyeke hişk, li hemberî jinan derket. Bi wan zagonên ku bi taybet li Idlibê û derdora Idlibê hatin pêkanîn, destwerdanan hemû hûrgiliyên jiyana jinan hate kirin, vê metirsiyek çêkir. Niha jî dixwaze li parezgehên din ên Sûriyeyê bi heman sîstemê nêzî jinan bibin.”

Emîne Osê bal kişand ser hewldanên jinên li Sûriyeyê yên têkoşîna li hemberî rejîm û hikumetên heyî û da zanîn ku jinên li Sûriyeyê ji bo pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê û mafên xwe yên di destûra Sûriyeyê de bi dest bixin, hemû di nava tevgerê de bûn. Herî zêde jinên Kurd bi têkoşîna 14 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema xwe ya civakî ava kir, jin xwe tê de bi rê ve dibin û xwedî biryar in. Di milê siyasî de jinan heman rol lîst, ev destkeftî 2021`an hatin komkirin û di gelek madeyên Hevpeymana Civakî de îtîraf bi mafên jinan bi sîstema hevserokatiyê, nêzîkatiya wekhev a ji bo her du cinsan, beşdarbûna di hemû qadên jiyanê de û saziyên taybet bi jinan hate kirin. Vê yekê maf da jinan ku jin bikarin di hemû qadan de xwe bi rêxistin bikin û wiha anî ziman: “Parastina vê sîstemê pêwîstiyek e, divê ev sîstem li hember desthilatdariya demkî ya li Şamê bê parastin. Ev desthilatdarî tawîz neda ku di ragihandina destûrê de di 2 xalan de îtîrafê bi mafên jinan di siberoja Sûriyeyê de bike.”

Di berdewama axaftina xwe de Emîne Osê destnîşan kir ku wan wek Kongra Star berpirsyariya dîrokî wek erk girtiye ser milê xwe, pê re bi hemû jinên Sûriyeyê re di pêvajoya heyî de dikevin nava liv û tevgerê. Bi vê gavê dixwazin sîstema civakî ya jinan biparêzin, da ku di milê qanûnî û hiqûqî de bikarin di guhertinên li Sûriyeyê de cih bigirin. Bi çalakiyên ku li dar dixin jî ev yek diyar dibe, nêrîna hevbeş a ku derdikeve ew e; li Sûriyeya siberojê divê Sûriyeyeke nenavendî be, mafên pêkhateyan û jinan biparêze.

Emîne Osê diyar kir ku ew sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê wek nimûne ji bo Sûriyeyê dibînin, ew dibînin ku ew tecrubeya herî serkeftî ye û rastiya Sûriyeyê îfade dike. Ev sîstem rê li pêşiya şerê navxweyî girt, herêm di milê îdarî, civakî, siyasî û leşkerî de hate parastin, rêvebirin û birêxistinkirin. Modela herî rast, li gorî rastiya Sûriyeya pirreng, modela Rêveberiya Xweser e.

Emîne Osê da zanîn ku rêya ber bi demokrasiyê ve li hember hişmendiya heyî zehmet û biêş e, lê gava ku diavêje û destkeftiyên ku bigire destê xwe, mayînde û demdirêj e û wiha got: “Em di wê pêvajoyê de ne ku divê jin bi hemû enerjiya xwe, xwe bikin yek, wek jinên Sûriyeyê ji bo demokratîkirina Sûriyeyê bi berpirsyartiya xwe rabin. Pêwîstiya vê gavê bi sîstemeke koalîsyonî, dan û standin, torên hevgirtina jinan di Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê jî heye. Divê torên hevbeş ên jinan bên pêşxistin, bi hemû rêxistinên jinan re em bi yekhelwestî tev bigerin, bi yekbiryarî û yekisrarê em têkoşîn bikin. heta em karibin di asta navneteweyî de balê bikişînin ser girîngiya projeya me ya xweser. Ji bo ku xwestekên jinan ji bo sîstemeke nenavendî û pirrengî di milê siyasî û dîplomasî de pêk were, xebateke me ya xurt çêbe.”

Emîne Osê destnîşan kir ku tişta astengiyan li pêşiya pêkanîna daxwazên gelan û jinan digire ew e ku li Sûriyeyê gelek destwerdanên ji derve tên dîtin, ew nahêlin ku Sûriyeyî bi xwe biryara xwe bigirin. Ev hemû ji bo berjewendî û desthildariya xwe tevdigerin, ev zehmetiyeke mezin e. Divê jin di Sûriyeyê de bi kûrahî pêvajoya xwe ya dîrokî karibe bi rengekî rast binirxîne, li ser vî esasî biryarên rast bidin.

ANHA