‘Kurd bi yekîtiya neteweyî û pêşengiya jinan tên parastin’

Di Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ku îro li Silêmaniyê desptê kir de, Hat diyarkirin ku ev pêvajo zehmet û hestiyare û ji bo ku hebûna Kurdan wekî pêkhateyekê li Sûriyeyê were pejirandin, pêwîstî bi têkoşîneke xurttir heye.

‘Kurd bi yekîtiya neteweyî û pêşengiya jinan tên parastin’
20 mijdar, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan civîneke berfireh li dar xist.

Di rûniştina yekem de beşdarvanan nirxandineke berfireh li ser geşedanên dawî yên li Kurdistan û herêmê, astengiyên li pêşiya doza Kurd û bandora wan li ser maf û statûya jinan kirin. Her wiha behsa pêwîstiya helwesteke neteweyî ya hevbeş hat kirin.

PÊŞENGİYA JİNAN Û YEKRÊZİYA NETEWEYÎ

Di gotûbêjan de hat diyarkirin ku li cîhanê dema behsa jinên Kurd tê kirin, ew bi nasnameyeke yekgirtî û wekî jinên Kurd tên nasîn, ne li gorî parçeyan. Beşdarvanan destnîşan kirin ku çareseriya bingehîn di yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd de ye û divê rola pêşengiya jinan di ser berjewendiyên partîtiyê re be.

Her wiha hişyarî hat dayîn ku eger jin bi hêza xwe dernekevin pêş û pêşengiya vê qonaxê nekin, dê rewş bi hişmendiya zilamsalariyê were birêvebirin.

Di beşeke din a gotûbêjan de hat gotin ku Kurd di guhertinên Rojhilata Navîn de ne bêbandorin û bi têkoşîna demokratîk dikarin statuya xwe bi dest bixin, da ku neyar êdî nikaribin wekî berê dijminatiyê li wan bikin.

PARASTİNA STATUYA HERÊMÊ Û BEŞDARİYA JİNAN Lİ BAŞÛR

Derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê de, beşdarvanan ragihand ku ew li dijî her cure parçekirina Herêma Kurdistanê ne û tekezî li ser parastina statuya herêmê û xurtkirina rêveberiyê kirin. Hat diyarkirin ku parçekirina statuya herêmê di berjewendiya dewletên Tirkiye, Îran û hikûmeta Sûriyeyê de ye û çarenûsa gelê Başûr dixe bin destê neyaran; lewma daxwaz hat kirin ku PDK û YNK hewla parçekirina herêmê nedin û statuya wê biparêzin.

Di heman demê de hat destnîşankirin ku azadî, demokrasî û yekîtiya gel bingeha parastina destkeftiyan û gihîştina serxwebûnê ye. Di vê çarçoveyê de peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Başûr a derbarê pêwîstiya avakirina hikûmeteke demokratîk û rolgirtina jinan wekî pêşeng ji bo derbaskirina vê qonaxê hat nirxandin.

Her wiha behsa dûrxistina jinan a ji qada siyasî hat kirin û pêşniyara avakirina şandeyeke jinan ji bo serdankirina partî û aliyan hat kirin, bi armanca parastina statuya herêmê û misogerkirina beşdariya çalak a jinan.

ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ Û ENTEGRASYON

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de, pirsa entegrasyon û rewşa rêveberî û birêvebirinê hat gotûbêjkirin. Hat diyarkirin ku ev pêvajo zehmet û hestiyare û ji bo ku hebûna Kurdan wekî pêkhateyekê li Sûriyeyê were pejirandin, pêwîstî bi têkoşîneke xurttir heye.

Beşdarvanan tekez kirin ku divê hevpeymaneke civakî ku pêşeroja Sûriyeyê diyar dike were sepandin û Kurd di navenda biryarê de cihê xwe bigirin. Her çend xebatên ji bo parastina mafên Kurdan û birêxistinkirina civakê berdewam bin jî, hat diyarkirin ku hîn ne di asta daxwaza Kurdan de ne; lewma nabe bêhêvî bin û wekî gava duyem pêwîste piştgiriya pêvajoyên tevlîbûnê û gavên demokratîk were kirin.

ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û ZEXTÊN DESTHİLATÊ

Derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de, beşdarvanan bal kişandin ser qeyranên aborî û siyasî, şer û zextên berdewam ên li dijî Kurdan. Hat diyarkirin ku darvekirina 691 kesan ji neteweyên cuda û birîna cezayê darvekirinê li hejmarek jinên Kurd, nîşaneya tirsa desthilatê ya ji dengê gel û civakê ye.

Hat gotin ku zextên derveyî yên niha bi vî şêwazî dawî li rejîmê naynin û piştgirîkirina desthilatê jî metirsî ye li ser Kurdan; lewma pêwîste Kurd bi awayekî eşkere ji bo parastina xwe û nasandina nasnameya gelan xwedî proje bin û dengê jinên Rojhilat bigihînin hemû cîhanê.