Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye

Şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina demsala payîzê re berê xwe didin çandina sebzeyan a di hewşên malên xwe de.

Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
Di hewşên malan de çandina sebzeyên payîzê dest pê kiriye
3 cotmeh, 2025   06:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Bi hatina demsala payîzê re gelek malbatên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin berhemdariya di hewşên xwe de. Di hewşên malê de sebzeyên zivistanê diçînin û bi berhemdariya wê pêdiviyên xwe yên rojane peyda dikin.

Sebzeyên di vê demê de têne çandin bexdenûs, sebanix, xes, tivir, kelem, pîvaz û sîr in. Ev cureyên sebzeyan sermayê tehemûl dikin û di vê demsalê de çêdibin. Lêçûna wan jî zêde nîn e. Lewma malbat berê xwe didin danîna van cureyan.

Li bajaroka Til Temir ê kantona Cizîrê malbatan destnîşan kir ku ev berhem beşeke pêdiviya wan dabîn dike, bi taybet di rewşên jiyanî yên giran de.

Jina bi navê Necah Mihemed Memo, hewşa xwe ya 50 metre dabeş kiriye. 6 minşar tê de çêkirine û di wan de sebzeyên zivistanê çandine.

Necahê der barê mijarê de got: “Çandiniya sebzeyên malê gelek alîkariya me kiriye. Em bi wan pêdiviyên malê dabîn dikin. Bi taybet bi demsala zivistanê re dema buhayên sebzeyan gelekî radibin, sûda wê zêdetir dibe. Min niha tivir, sebanix, pîvaz û beqdûnis çandine. Em wiha mesrefa malê kêm dikin.”

Koçberê bi navê Yûsif Celo yê ji Serêkaniyê ku niha li Til Temir dimîne, li ser mijarê wiha axivî: “Dema em hatin koçberkirin, me zeviyên xwe yên çandiniyê winda kirin. Me îro li hewşa malê sebze çandiye. Vê yekê hêvî da me ku em dikarin hîna berhemdariyê pêk bînin.”

Celo destnîşan kir ku wî sîr, pîvaz û tivir çandine û got: “Kirîna tiştan ji derve li ser min hêsan kiriye. Ev xebat pêwîstiya wê bi erdekî vala heye. Em tovan bi erzanî dikirin. Mesrefa wê jî pir kêm e.”

Rêjeyeke zêde ya malbatan ku hewşên malên wan hene, berê xwe didin vê rêbaza çandiniyê.

(dc)

ANHA