Meral Daniş Beştaş: Nenirxandina mercên birêz Ocalan nabe

Endama Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî Meral Daniş Beştaş li ser nêzîkatiya komîsyonê ya li hember “mafê hêviyê” got “Komîsyonek ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar dike, ne mijara gotinê ye ku mercên birêz Abdullah Ocalan nenirxîne.”

Meral Daniş Beştaş: Nenirxandina mercên birêz Ocalan nabe
3 cotmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di Îlona 2024'an de salekê dem dabû Tirkiyeyê ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan 'mafê hêviyê' pêk bîne. Lê Tirkiyeyê biryar pêk neanî.

Komîteyê di civîna xwe ya 15-17’ê Îlona 2025’an de, dîsa “mafê hêviyê” anî rojeva civîna xwe. Di 18’ê Îlonê de daxuyaniyek da û diyar kir “Bila ji tecrubeyên dewletên din ên endam ku mekanîzmayên bi vî rengî ava kirine, sûdê wergirin" û bi vî rengî dewam kir "Rayedar, ji bo ku di bicihanîna vê doza komê de pêşketineke lezgîn pêk were, li ser tedbîrên hatin girtin, divê herî dereng heta Hezîrana 2026'an agahiyê bidin."

Komîteyê bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê û diyar kir ku divê sûd ji pêvajoyê û “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî” bê girtin. Lê heta niha komîsyonê ne “mafê hêviyê” ne jî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re neaniye rojevê. Li aliyê din jî di 30’ê Cotmehê de serokê komîsyonê Nûman Kurtulmuş got heta QSDˋê çekên xwe radestî hikumeta veguhêz a Şamê neke dê komîsyon gavên zagonî neavêje.

Endama komîsyonê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş li ser nêzîkatiya komîsyonê ya li hember “mafê hêviyê” û daxuyaniyên Nûman Kurtulmuş ji ajansa me re axivî.

‘HIKUMET LI GORÎ DESTÛR Û ZAGONÊN TIRKIYEYÊ TEV NAGERE’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser nêzîkatiya komîsyonê ya li hember mijara "mafê hêviyê" û got: “Di vê mijarê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hene. Di vê çarçoveyê de teqez divê ev maf bibe zagonî û li gorî zagonên Tirkiyeyê jî pêwîst e demildest biryarên DMME û komîteyê pêk bên. Lê niha hikumet li gorî destûr û zagonên Tirkiyeyê tev nagere. Em jî difikirin ku komîsyon zûtir kar bike û biryaran bide. Rojevek heye ku heta hefteyek- du hefteyên din jî dê kes û alî bên guhdarkirin. Piştî wê divê komîsyon derbasî mijarên din; pêşniyarên çareseriyê, zagonî û perspektîfa yasayî bibe. Mafê hêviyê jî yek ji mijarên herî girîng e. Komîsyonek ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar dike, ne mijara gotinê ye ku mercên birêz Abdullah Ocalan nenirxîne.

Mijara din jî rol û mîsyona birêz Ocalan e. Di pêvajoya domdar de jî aktorê sereke yê siyasî ye û divê di mercên azad de kar bike. Li aliyê din komîteyê erkek da komîsyonê, diyar kir ku ev îşkence ye û divê komîsyon jî di vê mijarê de hişyar be.”

‘PARTÎ Û HÊZÊN LI SÛRIYEYÊ DÊ NEXŞERÊYA XWE DIYAR BIKIN’

Meral Daniş Beştaş gotinên Nûman Kurtulmûş ên têkildarî “çekdanîna” QSD’ê wek “bextreşî” pênase kirin û wiha axivî: “Ew serokê komîsyona pêvajoya li Tirkiyeyê ye. Ne ew û ne jî em nikarin li ser biryara partî û hêzên li wir biryarê bidin. Partî û hêzên li wir dê nexşerêya xwe diyar bikin. Ji vir li ser Sûriyeyê biryardan û rol diyarkirin, sûdê nade kesî. Zirarê dide hêviya çareseriyê.”

(bî/fr)

ANHA