Li Efrînê zeytûnên şêniyan tên desteserkirin

Şîrketa Îktîfai dest daniye ser berhema zeytûnan a hinek malbatên ji Efrînê û destûrê nade ku zeytûnên xwe kom bikin.

Li Efrînê zeytûnên şêniyan tên desteserkirin
21 mijdar, 2026   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Hozan Hisên îsal nikarîbû berhemên xwe yên zeytûnan rake, nêzî 300 darên wan li navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê hene. Ew ji ber şîrketa Îktîfa nikarin berhemên xwe rakin. Şîrketa Îktîfa daxwaz ji wan dike ku belgeyên îsbatkirina ku ew 300 dar milkên wan in, bînin. Xelkê Efrînê ditirse ku ev şîrket destê xwe deyne ser milkê wan.

Şîrketa Îktîfa xwe dide naskirin ku ew di warê veberhênana çandiniyê de kar dike û bi sindoqa serwer a Sûriyeyê ve girêdayî ye. Heman şîrketê xwe li herêmên Sûriyeyê mîna Efrînê û gundewarên Hemayê bi rêxistin kiriye. Di bin navê xwediyê erdan ne xuya ne û belgeyên îsbatkirina erd milkê wan e, destê xwe datîne ser erdên şêniyan.

Hozan Hisên yek ji wan welatiyan e ku ditirse ku ev şîrket destê xwe deyne ser erdê wî û ji neçarî berê xwe daye Helebê da ku belgeyan bîne.

Hisên da zanîn ku wî heyanî niha nêzî 400 hezar lîreyê nû yê Sûriyeyê daye û hîna belgeyên erdê xwe peyda nekirine. Erdê wî hîna li ser navê kalikê wî ye û divê ew bîne ser navê xwe. Hisên anî ziman ku ew nikare erd têxe ser navê xwe ji ber beşek ji malbata wî li Ewropa û dewletên dîtirin. Heyanî ew qebûlnekin hiqûqî erd nabe li ser navê Hisên were nivîsandin.

Her wiha Hisên diyar kir ku hîna şîrketê zeytûnên wî kom nekiriye. Ew ê her tiştî bide ber çavên xwe û dê biçe zeytûnên xwe kom bike. Şîrket di bin navê hîna belgeyên isbatkirina milkiyeta erd ne aniye û li dijî qanûnan tevdigere, wî bigirin.

JI SEDÎ 35 BERHEM KÊM KIRIN

Her wiha li Efrînê pirsgirêka erdên ku bi navê `milkên cemidî` tê naskirin, heye. Cotkaran li hemberî mekanîzmeyên şîrketa Îktîfa û biryarên wê nerazîbûna xwe anîn ziman.

29`ê îlonê li avahiya gerînendeya herêma Efrînê civînek hate lidarxistin. Nûnerên şîrketa Îktîfa`yê, gerînendeya herêmê, gerînendeyên navçeyan, hinek ji cotkaran û rûsipiyên herêmê di civînê de amade bûn. Di civînê de rewşa `milkên cemidî` û belgeyên isbatkirina erd milkê wan e, nîqaş kirin.

Di civînê de nûnerê şîrketê gotibû ji sedî 35 di van 15 salên borî de baceya erdan nehatiye dayîn. Cotkaran ev yek qebûlnekir û got wan baceya erdan dane aliyên ku di wan salan de Efrîn bi rê ve dibir. Cotkaran daxwaz kir ku baca ji bo 15 salên borî ne derbasdar be. Her wiha pêşniyar kirin ku her hektarek erdên nehatiye çandin bi 25 dolarê Amerîkî be û hektarek ji erdê hatiye çandin bi 50 dolarî be.

Berpirsê herêma Efrînê Xêro El Elî El Dawûd jî di civînê de pêşniyar kir ku komîteyeke hevbeş ji nûnerên şîrketê, cotkar û rêveberiya herêmê bê avakirin û vê dosyayê lêkolîn bike.

Têkildarî milkên cemidî jî cotkaran gelek pêşniyar kirin û ev daxwazên wan rakirin nûnerên herêma Efrînê yên di parlamentoyê de.

Li gorî hatî şopandinê şîrketê rêjeya baca giştî ya 15 salên borî ji sedî 35 kire ji sedî 20 lê cotkarên Efrînê hîna bi daxwazên xwe ve girêdayî ne û qebûlnakin ku baceya 15 salên borî bidin.

Li gorî rêxistin û komîteyên hiqûqî yên herêmî xwediyên erdan li gundê Çeqellî Jêrîn a girêdayî navçeya Şiyê, her wiha li gundê Omer Semo, gundê Alçiya ya girêdayî naveçeya Şera, navçeya Raco, Cindirêsê, Şeranê li hemberî vê biryarê nerazîbûan xwe tînin ziman û dibêjin ku wan bi salan ev erdên `milkên cemidî` çandine, hay jê mane û heke ji sedî 20 destê xwe deynin ser berheman dê ew ê ziyanê bibînin.

ÇÎROKA ŞÎRKETÊ Û DAXWAZÊN COTKARAN

Ji bo erdê malbatên ji derveyî Sûriyeyê ne nûnerê şîrketa Îktîfa`yê di civîna 29`ê îlonê de gotibû xwediyên erdan ên ji derveyî Sûriyeyê ne dikarin qanûnî şûna xwe kesekî diyar bikin, an jî bi rêya muxtarê gund û şahidan isbatbikin ku erdên wan e. Heke xwediyên erdan qanûnî tedbîr wernegirin dê şîrketa Îktîfa`yê destê xwe deynê ser erdên wan bi ji bo xwe biçîne.

Ji bo koçberên vegeriyan Efrînê nûnerê şîrketê got piştî xwediyê erdan belgeyên xwe pêşkêşkirine, wan bi hezaran hektarên erd li xwediyên wan vegerandine. Her wiha erdê ku belgeyên milkiyetê nebe ew ê biçînin heyanî ku qanûnî bê çareserkirin û wan erdan vegerînin xwediyê wan.

Her wiha nûnerê Îktîfa di civîna 29`ê îlonê de da zanîn ku şîrket ne berpirsyarê dosya milkên dewletê ye, ev dosya bi Wezareta Çandiniyê ve girêdayî ye. Li Efrînê jî şîrketê berpirsyariya dosya milkên cemidî, erdên kesên ji derveyî Sûriyeyê, yên koçber û yên vegeriyayî wergirtiye.

BERTEKA RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN

Rêxistinên hiqûqî mîna cotkaran li beranberî qanûnên şîrketa Îktîfa li ser şêniyên Efrînê ferz kiriye, nerazîbûna xwe anîn ziman. Dipirsin şîrket li ser bingehê kîjan qanûnan destê xwe datîne ser milkên xelkê Efrînê û bacê ji wan digire.

6`ê mijdarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn diyar kir ku sindoqa serweriyê ya Sûriyeyê û şîrketa Îktîfa`yê baca ji sedî 35 li ser şêniyên Efrînê ferz kirine. Her wiha got ew civîna di navbera nûnerên sindoqê û şîrketê, civîna nûnerên cotkar û rûsipiyên herêmê daxwazên cotkaran pêk ne anîne û pirsgirêk çareser nebûye.

Rêxistinê ev qanûnên şîrketê danîne bi dosyaya malbatên ji derveyî Sûriyeyê û koçberên ku ji sala 2018`an koçber bûbûn û vegeriyan, girêda. Rêxistina mafên mirovan anî ziman ku ev kiryar destdirêjî li mal û milkên xelkê resen ê herêmê dike. bang kir ku baca ji cotkaran wernegirin, yên girtine jî vegerînin. Dosya belgekirina erdan jî radestî dadê û saziyên fermî yên qeydkirina milkiyetê bikin.

Her wiha ji Neteweya Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê, Yekitiya Ewropayê (YE) û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî daxwaz kir ku ev dosya were şopandin û binpêkirin bên sekinandin.

10`ê mijdarê şêniyên Efrînê belgeyek rakirin serokê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê. Di belgeyê de 7 daxwazên xwe nivisîne, tê de daxwaz kirine ku şîrketa Îktîfa ji aliyê qanûnî û darayî ve were lêpirsînkirin. Dosya erdê malbatên ji derveyî Sûriyeyê jî lêkolîn bikin. Her wiha şêniyan di belgeya ku rêkirina gotine bê isbatên qanûnî nabe ku destê xwe deynin ser milkên wan. Divê mal û milkê Efrîniyan li wan vegerînin, destdirêjî li erd û darên zeytûnan neyê kirin, aqûbera kesên girtî û windayî were zelalkirin. Xelkê Efrînê herêm û saziyên xwe bi rê ve bibe û garantiya mafên çandî û perwerdeyê were dayîn.

REWŞA QANÛNÎ YA ŞÎRKETÊ NE ZELAL E

Têkildarî têkiliya di navbera şîrketa Îktîfa û sindoqa serwer a Sûriyeyê de guman hene. Şîrket cotmeha 2024`an derket hole û li gelek parêzgehên Sûriyeyê dixebitê. Heyanî niha qanûnî nehatiye isbatkirin ku ev şîrket bi sindoqa serwer a Sûriyeyê ve girêdayî ye. Li gorî daneyan tê ziman ku ev şîrket bi saziyên çandiniyê yên berê li Idlibê ve girêdayî ye. Berpirsên şîrketê gotine şîrket bi sektora çandinî û sewaldariyê ya sindoqa serwer a Sûriyeyê ve girêdayî ye. Her wiha di malperên sindoqa serwer a Sûriyeyê de jî nehatiye gotin ku şîrketa Îktîfa bi wan ve girêdayî ye.

Çavdêr û hiqûqnas ji bo gazincên xwediyên erdan û daxwaza cotkar û rêxistinên mafên mirovan dibêjin pêdivî heye ku bê gotin şîrketa Îktîfa li ser bingehê kîjan qanûnan dixebitê û karê wê bê sînordarkirin. Garantî bê dayîn ku şîrket destê xwe daneynê ser erdan, pirsgirêka erdan qanûnî bê çareserkirin û mafê koçber û yên vegeriyan bê parastin.

(np)

ANHA