Di êrişekê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Li kantona Dêrazorê di êrişeke çekdarî de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şervanekî QSD’ê jî birîndar bû.

Di êrişekê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
31 tîrmeh, 2025   15:49
NAVNDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, îro êrişî erebeya veguhastina sivîlan kir û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanekî QSD’ê ji bo biçin ser karê xwe di wê erebeyê de bûn.

Hate diyarkirin ku êrişkaran bi gefa çekê erebe rawestandiye û piştre jî gule li erebeyê reşandine. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û şervanekî QSD’ê jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û hate gotin: "Êrişên bi vî rengî me ji mîsyona me ya parastina ewlehî û îstiqrara civaka me venagerînin. Me tavilê lêkolîn û şopandin daye destpêkirin da ku bi lez sûcdaran bigirin û wan sewqî edaletê bikin."

(bb)