Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist

Endamên Komîteya Herêman a Partiya Komunîst a Sûrî li Cizîrê li pêş navenda Komîseriya NYˊyê ya li Qamişloyê ji bo şermezarkirina komkujî û binpêkirinên dijî xelkê Siwêdayê, protesto kir.

Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
Partiya Komunîst a Sûrî ji bo Siwêdayê çalakiyek li dar xist
31 tîrmeh, 2025   15:52
QAMIŞLO

Komîteya Herêman a Partiya Komunîst a Sûrî li Cizîrê îro, ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî sivîlên li Siwêdayê hatine kirin, li pêş nivîsgeha Komîseriya NYˊyê ya li Qamişloyê çalakiyeke protestoyî organîze kir.

Di çalakiyê de Peymana Xetîb El Hac li ser navê partiyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyêd e binpêkirinên hatine kirin hatin şermezarkirin û bi sûcên şer û qirkirina komî hatin wesifkirin.

Di daxuyaniyê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê bûyerên li Siwêdayê qewimîne berpirsiyar hat dîtin û ew bi plankirina parçekirina Sûriyeyê hat sûcdarkirin.

Partiyê bang li NYˊyê kir ku rastiyê ji cîhanê re vebêje û hat diyarkirin ku li şûna dethilata tarî çareserî avakirina pergaleke neteweyî ya demokratîk e.

(fr)

ANHA