Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê milyonek dolar bexş kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo piştgiriya kampanyaya alîkariyê ya ji bo xelkê Siwêda û başûrê Sûriyê, milyonek dolar bexş kir.

Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê milyonek dolar bexş kir
31 tîrmeh, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê milyonek dolar bexş daye. Ev alîkarî ji bo piştgiriya kampanyaya Heyva Sor a Kurd e ku ji bo alîkariya mexdûrên li Siwêda û başûrê Sûriyeyê daye destpêkirin.

Heyva Sor a Kurd ji bo vê alîkariya mirovî spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku ev piştgirî, li gel rewşên dijwar ku xelkê wan herêman tê re derbas dibe, gaveke pir girîng e.

Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku kampanyaya alîkariyê ya ku di 24ˊê Tîrmehê de daye destpêkirin, hîna li hundirê Sûriyeyê û derveyî wê didome û banga tevlêbûnê kir. Heyva Sor da zanîn ku sendoqên alîkariyê li tevahî nuqte û navendên Heyva Sor a Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û xwebeş dikarin bi rêya wan sendoqan alîkariyê bikin. Ji bo xwebeşên li derveyî welat jî dikarin bi rêya lînk û hesabên bankê yên fermî yên kampanyayê alîkariyan pêşkêş bikin.

(fr)