Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû

Beşeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji dewreya Şehîd Salih Yusif derçûn.

Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan bi dawî bû
18 tebax, 2025   18:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan dewreyeyeke nû bi navê Şehîd Salih Yusif bi merasîmekê bi dawî kir. 

Merasîma derçûnê di dibistana Şehîd Zagors de hate lidarxistin. Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di merasîmê de hazir bûn.

Di merasîmê de çend axaftin hatin kirin û endamên derçûnkirî hatin pîroz kirin. Hate gotin ku dewreyên perwerdeyê ji bo pêşxistina şareza û zêdekirina karîgeriyê derfeteke girîng e ku dihêlin endam bi pirsgirêkên ewlehiyê yên heyî re mijûl bibin. Her wiha hate destnîşankirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Tawanan di parastina civakê ji hemû awayên Tawanan de stûneke bingehîn e.

39 endam ji herêmên cûda beşdarî dewreyê bûn û tê de perwerdehiya taybet a li ser têkoşîna li dijî tawanan, dersên bîrdozî û leşkerî 45 rojan perwerde dîtin.

Di dawiya merasîmê de de, bawername li endamên derçûnkirî hatin belavkirin ku tê de piştrast kirin ku wan bi serkeftî dewreya xwe qedandiye û amade ne xizmeta civakê bikin.

(şx)