Piştî ku nehişt derbasî peravê bibin tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê ragihand ku piştî ku hikumeta veguhêz nehişt tîmên agirkujiyê derbasî peravê bibin, tîmên yekitiyê vegeriyan herêmê. Yekitiyê got karesatên jîngehî ji tevahî pirsgirêkan girîngtir e.

Piştî ku nehişt derbasî peravê bibin tîmên agirkujiyê vegeriyan herêmê
18 tebax, 2025   18:13
TEBQA

Piştî zêdetirî 72 saetan li bendê ma, tîmên agirkujiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegeriyan bajarên xwe. Ji ber ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nehişt tîmên agirkujiyê derbasî peravê bibin. 

Ji kêliya yekemîn a karesatê ve Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew amade ye alîkariya pêwîst pêşkêş bike.

Têkildarî vegera tîmên agirkujiyê yekitiyê daxuyaniyek li qada Stada Beledî ya bajarê Tebqayê da. Hevseroka Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê Ferîde Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dema ku li peravên Sûriyeyê şewatên wêranker di daristan û malan de çêbûne û di encamê de zirarên mezin li mal û milkên welatiyan hatine, yekitiyê li ser bingeha baweriya me ku çi bi serê kê li Sûriyeyê were li ser serê hemûyan e, ji saetên destpêkê ve, ragihand ku ew amade ye alîkariyên pêwîst li gorî derfetên xwe pêşkêş bike. Çi bi rêya tîmên agirkujiyê yan jî pêşkêşkirina madeyên xwarinê.”

Di daxuyaniyê de yekitiyê diyar kir ku ew ji ber ku hikumeta veguhêz rê nedaye tîmên agirkujiyê derbasî peravê bibin, xemgîn e nemaze ku pêwîstiya şêniyên li wir bi alîkariyê heye.

Yekitiyê destnîşan kir ku dema mijar dibe karesateke jîngehî, divê ew di ser pirsgirêkên siyasî û rêveberî re were girtin. Yekitiyê, hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê di vê şert û mercî de, pêwîstiyeke mirovî û nîştiman nirxand.

Yekitiyê got çarenûsa hemûyan yek û berpirsyarî ya hemûyan e, lewma diyar kir ku ew bi şêniyên Sûriyeyê re ye, amade ye desteka pêwîst pêşkêş bike heke derfet jê re vebibe.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê tîmên agirkujiyê vegerîn navendên xwe yên li bajarên herêmê.

(şx)

ANHA