Tirkiyeyê li Sûriyeyê destwerdana aborî û bazirganiyê jî kiriye

Dewleta Tirk li kêleka dagirkeriya leşkerî, dest avêtiye aborî û bazirganiya Sûriyeyê jî. Bi dehan şirketên mezin ên nêzî desthilata AKP’ê û artêşa Tirk qadên avahîsazî, enerjî, banka, çîmento, tekstîl, xurek, telekomînîkasyon û rê dagir kirine.

Tirkiyeyê li Sûriyeyê destwerdana aborî û bazirganiyê jî kiriye
19 tebax, 2025   06:35
 NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN 

Alozî û qeyrana Sûriyeyê ku 15’ê Adara 2011’an dest pê kir, li gel 14 salên borî jî bi rengên cuda didome. 

Qeyrana ku heta sala 2024’an zêdetirîn di aliyê leşkerî, koçberî, hilweşandin û komkujiyan xwe da der, bi destwerdanên hêzên herêmî û navnetewî re aboriya welat jî girtiye nava xwe.

Her hêzek di bin navê alîkarî û çareseriyê de destwerdan dike û hewl ji dewlemendiyên Sûriyeyê sûd bigirin.

Yek ji van welatan jî dewleta Tirk e. Desthilata AKP’ê ji sala 2013’an ve bi rêya komên çete di aliyê leşkerî de destwardana herêmê kir. Ji sala 2016’an ve jî rasterast destwerdana leşkerî kir û herêmên Cerablûsê, Idlib, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

DESTPÊKA TALANA ABORÎ Û ÇANDÎ

Li herêmên dagirkirî dewleta Tirk ji perwerdeyê heta şaredarî, tenduristî, çandî, îdarî û aborî pergalek weke ya li Tirkiyê çêkir. Li dibistanan perwerde bi zimanê Tirkî hat dayîn, ala Tirkiyê hat daliqandin, li bazaran pereyê Tirkiyê hat bikaranîn. Walî û qeymeqamên bajarên li ser sînor, di heman demê de herêmên dagirkirî bi rê ve dibin. Bi taybet aborî ket bin kontrola şirketên Tirkiyeyê. Lê heta niha der barê hejmara şirketên Tirkiyeyê yên li van herêman de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk herêmên dagirkirî talan kirin, ji daran bigire heta bermahiyên dîrokî dizîn û derbasî Tirkiyeyê kirin. Bi taybet zeviyên zeytûnan ku ji sedî 25’ê zeytûnên Sûriyeyê pêk tê, hatin talan û wêrankirin. Der barê mijarê de gelek belge, dîmen û foto di ragihandinê de hatine weşandin.

TALANA ABORÎ BERFIREH DIBE

Piştî ku rejîma Baas di 8’ê Kanûna 2024’an de hilweşiya û HTŞˊê bû desthilatdar, dewleta Tirk giranî da destwerdana aborî û bazirganiya Sûriyeyê. Li gorî raporek Banka Cîhanê ya Sibata 2023’yan, di 12 salên aloziyê de aboriya Sûriyeyê têk çû, li 14 bajar û sektorên sereke yên Sûriyeyê ji 2011’an heta Sibata 2023’an 11.4 milyar dolar ziyan çêbû.  

Li gorî hin lêkolînan, dewleta Tirk xwest ji vê yekê sûd bigire û dest biavêje aboriya welat. Di lêkolînek Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê de, tê gotin ku dewleta Tirk di 13’ê Nîsana 2025’an de waliyê bajarê Antakya yê Tirkiyeyê, 16 bazirgan şandin Helebê. Kesên hatine şandin li Helebê bi miftî Îbrahîm Şeşo, rêveberê kar û barên siyasî Saad Naasan, cîgirên waliyê Helebê, serokê Encûmena Bajêr Mihemed Elî Ezîz û berpirsiyarê polîsên Helebê Ehmed Latûf ên hikumeta HTŞ’ê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de biryara lêkolînkirina cihên aborî yên herêmê hat girtin û dest bi lêkolînan hat kirin.

DÊ 15’AN SALAN AYIDÎ ŞIRKETÊN TIRKIYEYÊ BIN

Piştî civîn û hevdîtinan, şandeya dewleta Tirk serdana herêma pîşesaziyê ya Helebê ya li taxa Şêx Necar kir, li kargehên hesin, sac, kablo, traktor, xwarin û tekstîlê geriya û bi serokê Odeya Pîşesaziyê ya Helebê re hevdîtin kir. Şandeyê her wiha serdana herêmên pîşesazî yên Hema, Hums û Şamê jî kir.

Piştî lêkolînan biryar hate dayîn ku kargeh û dikanên pîşesaziyê yên kevin werin nûkirin, an jî ji nû ve werin avakirin. Lêçûnên çêkirina dikanên di şer de zirar dîtine, dê nîvî ji aliyê Banka Sûriyeyê û nivî jî ya Tirkiyeyê ve were dayîn. Cihên ku hatine nûkirin an jî avakirin dê heya 15 salan di bin serweriya şîrketên dewleta Tirk de bimînin û ji sedî 75 dahatûya wê dê ji şirketan re be. Ji bo rêvebirina vê plansaziyê jî mekanîzmayek hat avakirin.

HEVDÎTINÊN ŞAM-ENQEREYÊ

Li aliyekî ev hewldan çêbûn, li aliyê din di navbera Enqere û Şamê de tirafîkek zêde ya hevdîtinan çêbû. Yek ji mijarên sereke yên van hevdîtinan jî aborî û bazirganî bû.

Roja 2’ê Tebaxa 2025’an li bajarê Kilîsê yê Tirkiyeyê xeta boriya xaza xwezayî ya Tirkiye-Sûriyeyê bi merasimekî hat vekirin. Bi vê xetê re wê xaza xwezayî ya Azerbeycanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bê kirin.

5’ê Tebaxa 2025’an li Wezaretxaneya Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, Wezîrê Bazirganiyê yê Hikumeta Veguhêz Nîsal Şaar û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat protokola avakirina “Komîteya Hevbeş a Aborî û Bazirganiyê ya Tirkiye-Sûriyeyê” îmze kir.

ŞÎRKETÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SÛRIYEYÊ 

Di encama van hevdîtinan de holding û şirketên mezin ên nêzî hikumeta AKP’ê û artêşa Tirk hîn zêdetir ketin nava sînorên Sûriyeyê.

Van şirketan bi taybet di qadên avahîsazî, enerjî, banka, çîmento, tekstîl, xurek, telekomînîkasyon û rê de dest bi kar kirin.

Şîrketên Tirkiyeyê yên li herêmên dagirkirî kar dikin û niha jî xwe amade dikin bi rêveberiya Colanî re belavî tevayî Sûriyeyê bibin, ev in:  

Kalyon Holding: Di qadên avahîsazî, binesazî, rêyên bejahî, rêyên hesinî, xetên derbaskirina deryayî, gaza xwezayî, çêkirina balafirgehan û enerjiyê de kar dike. 

Şîrketên Enerjî û Avahîsaziyê: Kalyon GES Enerjî 

Cengiz Enerjî: Ev şîrket bi projeyeke 7 milyar dolarî li ser danîna pergala elektrîkê ya Sûriyeyê dixebitin. 

Enka Înşaat: Yek ji şîrketên mezin ên avahîsaziyê ye.  

Şîrketên Çîmento û Pola: Bursa Çimento û Oyak Çimento (Oyak holdingek ku ji gelek şirketan pêk tê û girêdayî artêşa Tirkiyê ye)

Emlak Konut - Avahîsazî 

PTT (Rêxistina Poste, Telefon û Telgrafê), Türk Telekom: li herêmên bakurê Sûriyeyê projeyên xwe dest pê kirine. Ev tê wateya ku înternet û telekomînîkasyona Sûriyeyê di bin kontrola Tirkiyeyê de bin.  

ET Energy, Catoni Group: Xizmetên veguhastinê. 

Li ser avakirina Sûriyeyê qala 400 milyar dolarî tê kirin ku şîrketên Tirkiyeyê dikarin di projeyên avahîsazî, stasyonên hêzê û nakliyatê de beşdar bibin. 

Ziraat Bank xwe amede dike ku ji derveyî herêmên dagirkirî, şaxên xwe li herêmên din ên Sûriyeyê jî veke. 

Ev şîrket bi giştî di warên avahîsazî, enerjî, nakliyat û çêkerina xurekê de dixebitin û piştî hilweşandina hikumeta Esed derfetên nû yên mezin li ber wan vekirine. 

Kalyon Holding û Cengiz Holding 2 şîrketên mezin ên Tirkan in, wek hevkarên sereke di projeyên mezin ên Sûriyê de cih digirin. Ev her du şîrket di van projeyên girîng de beşdar in: 

Projeya enerjiyê (7 milyar dolar): Projeyeke girîng e ku 5 hezar megawatt kapasîteya wê ya hilberandina enerjiyê heye, bi mebesta dabînkirina zêdetirî ji sedî 50’yê hewcedariya elektrîkê ya Sûriyeyê. 

Projeya balafirgeha Şamê (4 milyar dolar): Ev proje bi armanca berfirehkirina balafirgeha Şamê ye da ku kapasîteyê wê di salekê de bigihêje 31 milyon rêwiyan. 

TAV Construction/TAV Airports jî wek şîrketeke sereke di projeyên balafirgehê de beşdar e. 

Formul Plastik: Boriyan hildiberîne.  

Kipaş Holding: Di sektora tekstîlê de dixebite û dixwaze navendên hilberandinê li Sûriyeyê ava bike.  

Li gorî daneyên fermî bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de: 

Di sala 2024’an de: 2.6 milyar dolar 

Di 7 mehên destpêkê yên sala 2025’an de: 1.9 milyar dolar 

Hedefa ji bo sala 2025’an: 5 milyar dolar e.

ANHA