Dê Trump û Pûtîn li Macaristanê bicivin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî peywendiya telefonê ya bi Pûtîn re, ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de li paytexta Macaristanê Budapestê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.

Dê Trump û Pûtîn li Macaristanê bicivin
16 cotmeh, 2025   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axiviye û ew peywendî bi "pêşdeçûna mezin" bi nav kir.

Piştî peywendiya telefonê, Trump li ser malpera "Truth Social" nivîsand ku ew ê di demek nêzîk de li Macaristanê bi Pûtîn re bicive û got "Di dawiya pêwendiya telefonê de, me li hev kir ku hefteya bê di navbera şêwirmendên payebilind de civînek çêbibe. Ez û Serok Pûtîn dê piştî wê li cihekî ku bi hev re li hev kirine, li Budapesta Macaristanê, bicivin."

Trump got ew ê di demeke nêz de li Macaristanê bi Pûtîn re bicive.

Li aliyekî din jî berdevka Koşa Spî Caroline Levitt bi rêya kanala "Fox News" ragihand ku peywendiya di navbera serok Trump û serok Pûtîn de "pir baş û berhemdar bû".

Caroline diyar kir ku Trump bi Pûtîn re bi dirêjî li ser siberpoa bazirganiya di navbera Rûsyay û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, piştî çareserkirina krîza li Ukraynayê, axivî.

(fr)