Îranê êrişî sîstema parastinê ya Amerîkayê kir

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di çarçoveya bersivdana êrişên artêşa Amerîkayê de, danê siharê bi şeş dronan radara sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê li baregeha helîkopteran a Rîfa ya li Behreynê kiriye.

Îranê êrişî sîstema parastinê ya Amerîkayê kir
15 mijdar, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Supaya Pasdaran a Îranê derbarê êrişa xwe ya nû ya li ser Behreynê, hedefgirtina radareke Amerîkî û bersivdana êrişên Amerîkayê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro danê siharê bi şeş dronan radara sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê li baregeha helîkopteran a Rîfa ya li Behreynê hatiye lêdan. Li hemberî vê yekê jî rayedarên Behreynê zengila hişyariyê lê dane û bang li welatiyan kirine ku xwe bispêrin stargehan.

Supaya Pasdaran ev êriş wekî “bersiveke yekalîker a li dijî êrişên eşkere yên artêşa Amerîkayê” bi nav kir û teqez kir ku dengê lêdana hûr û serkeftî ya dronan li herêmên cuda yên Behreynê hatiye bihîstin.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Amerîka di bernameya xwe ya bi navê parastinê de lê di rastiyê de qaçaxçîtiya neftê ya li Tengava Hurmizê de rûbirûyî şikestineke temam bûye; niha jî hewl dide bi gavên biçûk, bala cîhanê ji ser rastiya girtîbûna vê rêya girîng bide aliyekî din.”

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka dem bi dem êrişî Îranê dike, lê êrişên niha kêm û sînordar in û tenê sîstemên parastinê û cihên hestiyar ên Îranê dikin armanc.