Parêzvanên Niştîmanî: Binpêkirina agirbestê li gundewarê Siwêdayê hat kontrolkirin

Hêzên hikumeta veguhêz bi êrişa li dijî bajarokê Etîl ê Siwêdayê peymana agirbestê bin pê kir. Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ragihand ku bersiva êrişan da û got ew pabendî agirbestê ne.

Parêzvanên Niştîmanî: Binpêkirina agirbestê li gundewarê Siwêdayê hat kontrolkirin
16 cotmeh, 2025   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê, ji deverên bicihbûna xwe ya li gundê Mesûra, bi doçkayan êrişî bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê kir. Bi vê yekê agirbesta hatiye îmzekirin hat binpêkirin.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat destnîşankirin ku êriş saet 05.50ˊan pêk hatibû, û hêzan bersiva jêdera êrişê da. Hat diyarkirin ku rewşa heyî ya li eniyên di bin kontrolê d eye.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew pabendî agirbestê ne û li hember her êrişek gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwe mafên wan ên bersivdanê heye.

(fr)