Bîlançoya erdheja li Kolombyayê giran dibe: 224 kes mirin

Li gorî rayedarên herêmî, hejmara kesên di erdheja li Kolombiyayê de mirine gihîştiye 224 kesan.

Bîlançoya erdheja li Kolombyayê giran dibe: 224 kes mirin
11 tebax, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya dawîn a ji aliyê Weqfeya Serokên Şaredaran a Kolombiyayê ve hatiye ragihandin, di encama erdheja ku duh li welat çêbibû de bi kêmanî 224 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 600 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku piraniya miriyan li bajarên rojava yên Cali, Pereira, Manizales û Quebdo hatine tomarkirin.

Li gorî Reutersê, şaredaran wiha ragihandin ku 165 avahî di encama erdheja 7.4 pileyî de hilweşiyane.

(bb)