Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koçberên Serêkaniyê re civiya

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi komeke koçberên ji Serêkaniyê re civiya.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi koçberên Serêkaniyê re civiya
11 tebax, 2026   18:36
NAVENAD NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi komeke koçberên Serêkaniyê yên ku duh dema vedigeriyan Serêkaniyê êriş li ser wan hatin kirin, re civiya.

Di civîna li bajarê Hesekê pêk hat de, koçberan êrişan duh a li ser wan hatiye kirin û daxwazên xwe anîn ziman.

Fermandariyê êrişên li ser xelkê Serêkaniyê şermezar kir û teqezî li garantiya vegere ewle ya koçberan û parastina milkên wan kir. Her wiha anî ziman ku girîng e hemû kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya sivîlan xera bikin werin şopandin û ji bo peydakirina şertên vegera ewle û bi rûmet mayînde ya koçberan a li ser axa xwe xebat bê kirin.