Partiyên kurdî ji bo koçberên Serêkaniyê bang kirin

Partî û tevgerên siyasî yên kurdî yên Rojava binpêkirinên li dijî xelkê Serêkaniyê şermezar kirin û diyar kirin ku vegera koçberên Serêkaniyê ya li ser axa xwe tenê daxwazeke mirovî ya ji rêzê nîn e, lê ji bo her hewldaneke cidî ya bi armanca pêkanîna aramî û aştiya navxweyî ezmûneke.

Partiyên kurdî ji bo koçberên Serêkaniyê bang kirin
11 tebax, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevger û partiyên siyasî yên kurdî yên li Rojava bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku vegera koçberên Serêkaniyê ya li ser axa xwe wekî daxwazeke mirovî ya ji rêzê tenê nîn e, lê ji bo her hewldaneke cidî ya bi armanca pêkanîna aramî û aştiya navxweyî ezmûneke.

Partiyan destnîşan kir ku mafên vegera li ser cih û milkên xwe di qanûnên navneteweyî û mirovî de hatine destnîşankirin û wiha domand: "Komên çekdar ên li Serêkaniyê kiryarên tirsandin û êrişan li dijî malbatên Kurd ên vedigeriyan cih û warê xwe pêk tînin. Di heman demê de destên xwe li ser milkên wan ranakin. Armanca wan ji vê yekê astengkirina vegerê û ferzkirina rewşeke nû ya demografîk li herêmê  ye."

Partiyan di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku hikumefa veguhêz a Sûriyeyê berpirsa parastina koçberên vedigerin warê xwe û milkên wan e. Bang li hikumetê kir ku der barê binpêkirin û desteserkirina milkan de hesab bixwaze. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hatin kirin ku binpêkirinan belge bikin û ji bo garantiya vegera ewle zextê bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Aramî bi garantiya mafên welatiyan û vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê li malên xwe dest pê dike."

(bb)