Bidawîkirina şerê Filistîn-Îsraîlê bi avakirina 2 dewletan ne pêkan e - Diyaa ÎSKENDER

Bidawîkirina şerê Filistîn-Îsraîlê bi avakirina 2 dewletan ne pêkan e - Diyaa ÎSKENDER
28 mijdar 2023   05:35

Şerê Îsraîl û Filistînê kevn e, vedigere sala 1897′an anku roja lidarxistina yekemîn konferansa siyonîst li bajarê Basel ê Swîsreyê. Di encama konferansê de biryara avakirina dewleteke neteweyî ji bo cihûyan li Filistînê hat dayîn. Piştî vê yekê di sala 1917'an de Danezana Balfourê hat ragihandin û li gorî wê hikumeta Brîtanyayê piştgirî da avakirina statuyeke neteweyî ya cihûyan li Filistînê. Bi vê yekê re plana bicihkirina koçberên Cihû yên ji çar aliyên cîhanê li Filistînê dest pê kir.

Her ku sal derbas bûn, nakokiyên di navbera Ereb û Cihûyan de dijwartir bûn. Di sala 1947′an de  biryara  181′an hat dayîn û li gorî wê Filistîn di navbera Ereb û Cihûyan de hat dabeşkirin.

Ereban ev biryar red kir; ji ber ku neheqiyeke li filistîniyan e. Li gorî hin lêkolînan, hejmara Cihûyan di wê demê kêm bû anku ji sedî 8 bû, lê biryara dabeşkirinê ji sedî 51’ê axa Filistînê ji bo Cihûyan hat veqetandin. Piştî ragihandina avakirina dewleta Îsaîlê şerê sala 1948′an qewimî ku bi binkeftina Ereban encam da û ji vî şerî re “Nekbe” hate gotin.

Di sala 1967′an de, şerê duyem di navbera Ereban û Îsraîlê de dest pê kir. Şer 5 rojan dewam kir. Di encamê de artêşa Ereban têk çû û Îsraîl Şerîeya Rojava (Dîfa Xerbiye), Xeza, nîvgirava Sînaa ya Misirê û girên Golanê yên Sûriyeyê dagir kirin. Li ser vê yekê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara 242′yan a vekişîna Îsraîlê ji deverên ku dagirkirî da. Konseya Ewlehiyê xwest şer were bidawîkirin û dewleta Îsraîlê were naskirin, bêyî ku behsa çareserkirina pirsgirêka Filistînê bike, lê wekî biryara çareserkirina pirsgirêka penaberan nirxand.

Di Cotmeha 1973′yan de şerek di navbera Misir-Sûriyeyê û Îsraîlê de derket. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara bi hejmara 338′an a agirbestê da. Konseyê banga pêkanîna biryara 242’an a sala 1967′an a Konseya Ewlehiyê û pêkanîna diyalogan di navbera aliyên têkildar de kir “da ku aştiyeke adilane û daîmî li Rojhilata Navîn pêk were”.

Tevî biryarên navneteweyî lê şerê di navbera dewletên Ereban û Îsraîlê de bi dawî nebû. Misirê tenê peymana aştiyê ya Camp David îmze kir. Misirê di encama vê peymanê de di sala 1978′an nîvgirava Sînaayê ji nû ve bi dest xist. Di sala 1993′yan de Peymana Osloyê ya bi Rêxistina Rizgariya Filistînê re ya bi serokatiya Yasir Erefat hat îmzekirin, lê peymanê nakokiyên di navbera komên Filistînê de kûrtir kir. Di sala 1994′an de li Wadî Ereba peymana aştiyê di navbera Urdin û Îsraîlê de hat îmzekirin. Li gorî peymanê her du aliyan ji bo normalîzekirina têkiliyan li hev kir.

Tevgera Hemas û Cîhad Îslamî, Peymana Osloyê red kir û şer li dijî Îsraîlê domand. Li ser vê yekê Îsraîl neçar ma ku di sala 2005′an de ji Xezayê vekişe û wargehên xwe yên li wê derê vala bike.

Di sala 2006′an de hilbijartinên parlamantoyê yên Filistînê hatin lidarxistin. Di encamê de Hamas ji ber sozên xwe yên têkbirina gendeliyê di nav desthilata Filistînê de û têkoşîna li dijî Îsraîlê de, li Xezayê bi ser ket. Bi vê yekê re şer di navbera hêzên Fetih û Hemasê de derket. Di encamê de de Hamasê di Hezîrana 2007′an de Xeza kontrol kir.

Piştî ku Hemasê Xeza kontrol kir, gelek caran şer di navbera wê û Îsraîlê de rû da. Şerê herî dawîn 7′ê Cotmeha îsal dest pê kir ku heta niha dewam dike. Di encama vî şerî de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn. Ji bo rawestandina şer bangewazî zêde bûne. Hate destnîşankirin ku divê bi rêya avakirina 2 dewletan şerê Filistîn û Îsraîlê li gorî biryara dabeşkirinê ya navborî bi dawî bibe, anku bi rêya avakirina dewleteke Filistînê ku ji Dîfa Xerbiye û Xezayê pêk were. Di Peymana Osloyê de jî li ser vê biryarê lihevkirin çêbû.

Di vê çarçoveyê de ji bo desthilata paralel a Filistînê lihevkirin çêbû ku ji Xezayê û Arîhayê dest pê dike, heta herêmên li Dîfa Xerbiye diçe. Her wiha nîqaşkirina pirsgirêkên Quds, penaberan, sînor û mijarên ewlehiyê ji bo 3 salan (ji destpêkirina xebata desthilata Filistînê ya parelel) hatin taloqkirin. Her wiha li hev kirin ku dan û standin di nava 2 salan de (piştî 5 salan ji avakirina desthilata Filistînê) bi dawî bibin û di Gulana 1999′an de bi çareserkirina doza Filistînê bi encam bide û dawî li şer were.

GELO BI AVAKIRINA 2 DEWLETAN DÊ ŞER BI DAWÎ BIBE?

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5′an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk û pirtûka Parastina Gelekî de çareseriyê ji şerê Îsraîl û Filistînê re pêşkêş dike.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5′an de dibêje “Eger di netewedewletê de israr dewam bike, ev tê wê maneyê ku pirsgirêk û şer ê dewam bikin.”

Ji ber vê yekê, dewleta neteweyî yan olî ku her du alî dixwazin ava bikin, nikare wekheviyê di navbera hemwelatiyan de pêk bîne, ji ber vê yekê  dê nakokiyên di navbera welatiyên dewletê de dewam bikin. Mînakên vê yekê li cîhanê gelek in; Sûriye, Lubnan, Iraq, Tirkiye, Sûdan, Nîjerya, Myanmar Burma û gelekên din.

Abdullah Ocalan her wiha dibêje, netewedewlet pirsgirêkan çareser nake, lê belê kûrtir dike.

Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, heta mentiqê netewedewletê neyê terikandin, tu proje nikarin Rojhilata Navîn ji alozî û pirsgirêkan rizgar bike, ji şer û pevçûnan dûr bixe.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka ‘Parastina Gelekî’ de jî balê dikişîne ser şerên li Rojhilata Navîn ku bû sedema xurtkirina nakokiyên neteweyî û olî û wiha dibêje; "Êdî hemû dinyayê jî baş fêm kir ku şerê Ereb-Îsraîlê yê kronîkbûyî bi netewparêzî û dîndariyê çareser nabe. Eger pêşengiyên neteweparêz û dîndar li dawiyê werin hiştin û pêşengên demokratîk derkevin hole, dê ev rewşa heyî ya kilîtbûyî vebe.”

Ez bawer dikim ku guhertinên di van deh salên borî de li Filistînê qewimîn, lêgerîna çareseriyên nû, mentiqî û pêkan hewce dike. Biryarên navneteweyî yên têkilda ên ji zêdetirî 50 salan ve nexşeya Filistînê bi awayekî bingehîn, bi taybetî di asta demografîk de guhert. Ji destpêka şerê her du aliyan ve herî kêm 2 nifş ji her du aliyan ve ava bûn, lewra ne mimkun e ev nifş ber bi welatên din ve bên koçberkirin.

Her wiha, daxwazên Filistînê yên ji bo avakirina dewletekê ji sedî 23 rûbera dîrokî ya Filistînê (27 hezar û 9 kîlometre çargoşe) kêm bû. Lê dewleta Filistînê ya li ser herêmên ku di sala 1967′an de hatine dagirkirin (Dîfa Xerbiye û Xeza) 6 hezar û 209 kîlometre çargoşe ye. Rûbera Dîfa Xerbiye bi tenê 5 hezar 844 kîlometre çargoşe ye ku ji sedî 21,6 rûbera giştî ya dîrokî ya Filistînê pêk tîne, lê rûbera Xezayê 365 kîlometre çargoşe ye, anku ji sedî 1,35 rûbera dîrokî ya Filistînê ye.

Ji vê zêdetir li Dîfa Xerbiye zêdetirî 8 hezar Cihû hatine bicihkirin û bicihkirina wan hîna dewam dike. Başûrê Difa Xerbiye bi dehan kîlometreyan ji bakurê Xezayê dûr e û tu girêdaneke erdnîgarî di navbera her du cihan de nîn e.

Li gorî min, çareserî ew e ku Cihû û filistînî di dewleteke laîk a demokratîk de bijîn. Divê bêyî cudabûna neteweyî yan olî yan zaynedî yan jî etnîk, her kes di erk û mafan de wekhev be, her wiha divê penaberên Filistînê yên dixwazin vegerin ser xaka xwe, tawîzeke adilane ji bo wan were dayîn.

Lê pirsgirêka mezin ev e ku her du aliyên nakok vê çareseriyê red dikin; Îsraîl dixwaze dewleteke Cihûyan ava bike û filistîniyan koçberî Urdin, Sînaa û deverên din bike. Rêxistinên Filistînê jî tevî ku li ser gelek mijaran di nava nakokiyan de ne, lê ji avakirina dewleteke Filistînê (paytexa wê Quds Şerqiye be) li ser xaka  ji sala 1967′an ve hatiye dagirkirin, nayê xwarê.

Tê zanîn ku hin partiyên komunîst û çepgir di salên 1950’yî yên sedsala borî de li ser pêşniyara “dewletek ji bo 2 gelan” li hev kiribû, lê piştî ku ev partî bi xiyanetê hatin sûcdarkirin, bi lez pêşniyar paşde kişand.

Lê ya rast pêwîstiya çareseriyê bi xebatên mezin ên dewlet, partî û kesayetên navdar ên aqilmend, panel û kongreyan heye da ku fikara dewleteke ji bo her du gelan were şîrovekirin û pêkanîn.

Li dawiyê; ya ku nîşaneyên şerê heyî yê di gelek dosyayên asêmayî yên cîhanê û dosyaya Filistîn-Îsraîlê de diyar dike, guhertin û bûyerên bilez ên li ser asta navneteweyî ne ku mizgîniya mîlada serdemeke nû, bidawîkirina hegemonyayê didin. Ev yek heta astekê hêviyê dide me ku çareseriyeke adilane ji vê aloziyê re were dîtin, aloziya ku bi taybetî gelê Filistînê berdêla wê daye. Mafê nifşên nû yên wî gelî heye di nava ewlehî, aştî û aramiyê de bijî.

(bb)

ANHA