Li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re sotemenî peyda nabe

Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re zehmetiyên mezin di peydakirina sotemeniyê de dikişînin. Şênî li şûna sotemeniyê berê xwe didin êzingan da ku xwe pê germ bikin. Wan êzingan jî ji parkan û daristanan peyda dikin ku bi xwe re zirarên mezin dide çandiniyê û hawîrdorê.

Li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re sotemenî peyda nabe
28 mijdar, 2023   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

 Ruxmî ku hikumeta Şamê bi serkeftinên leşkerî nav dike ku bi rêya piştgiriya hevalbendên xwe piraniya herêmên ji dest dabûn, ji nû ve kontrol kirin. Lê belê, hikumet zehmetî û aloziyên jiyanî û aborî ku êdî ji ber wê tengav in, paşguh dike.

Ev alozî, bi tunebûna hêdî ya piraniya madeyên bingehîn re mîna sotemenî, kehrebe û gazê re, alozî girêktir bûn. Lê bi bihabûna madeyên xwarinê û dermanan re, zehmetiyên wan zêde bûn.

Li gorî çalakvan û çavdêran, hikumet van madeyan wek wesîleyekê ji bo ku pere bi dest bixin, bi kar tînin. Gelek wê bi “komkirina bacan” bi nav dikin. Hikumet madeyan ji bazaran qut dike, vedişêre dûre bihayan zêde dike û di sûka reş de peyda dike.

Lê belê daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, zehmetiyên şêniyan jî zêde kir. Karmendên hikumeta Şamê herî zêde mehane 250 hezar lîre fon werdigirin.

Bi hatina zivistanê re, zehmetiyên şêniyên wan herêman zêde bûn. Ji bo ku xwe germ bikin, daran qut dikin ji ber ku mazot peyda nabe. Li gorî çalakvanan, alîgirên hikumeta Şamê, destê xwe danîne ser bazirganiya êzingan jî. Ji ber wê ew jî biha bûn. Bazirgan ji çend salên dawîn ve, daran li parkan û daristanan qut dikin, bi taybet li beravên Sûriyeyê û wan difiroşin şêniyên ku nikarin sotemeniyê bi dest bixin, kehrebe rojê her 20 saetan carekê tê.

(şx)

ANHA