Ji ber berjewendiyê navneteweyî PKK′ê ji "lîsteya terorê′′ nayê derxistin

Ji nêzî 40 salî ve PKK'ê bi tawanên nerast xistine′′lîsteya terorê′′. Gelê Kurd û dostên wî di nava têkoşînê de ne da PKK′ ji lîsteyê bê derxistin û ji bo vê yekê jî 7 mîlyon îmze hatin komkirin; lê belê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe zextê  dike da ku PKK′ê ji ′′lîsteya terorê′′ neyê derxistin.

Ji ber berjewendiyê navneteweyî PKK′ê ji "lîsteya terorê′′ nayê derxistin
28 mijdar, 2023   02:41
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27'ê Mijdara 1978'an de bi awayekî nihênî ji aliyê komek xwendekaran ve û bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan li gundê Fîs ê bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat damezirandin. PKK ji bo doza gelê Kurd tê dikoşe; lê belê hêzên hegemonîk û mêtinger ji bo berjewendiyên xwe ew xistina "lîsteya terorê′′.

Şeva 28'ê Sibata 1986'an, dema serokwezîrê Siwêdê Olof Palme û hevjîna xwe diçûn sînemayê, li navenda paytexta Siwêdê Stockholmê kesekî nenas wan gulebaran dike û direve. Di encamê Palme jiyana xwe ji dest dide.

Palme sala 1927'an ji dayik bûye, kesekî çepgir bû û her tim nêrînên wî ji nêrînên rojavayî cû bû. Palme li hember împeryalîzmê rabû û têkiliyên wî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xurt bûn.

Piştî kuştina Palme, Siwêdê piştî dewleta Tirk a dagirker, yekem dewlet bû ku PKK'ê xist ′′lîsteya terorê′′. Dewleta Tirk bûyera kuştina Palme kir bihane û PKK tawanbar kir. Li Siwêd, Almanya û gelek welatên Ewropayê tevgerên mezin li dijî PKK′ê dest pê kir. Bi vî awayî re piştgiriya ji bo dewleta Tirk a dagirker a ku desteka xwe ji NATO'yê digire li dijî PKK zêdetir bû.

Ji ber siyasetên reşkirinê ku dewleta Tirk di aliyê çapemenî û dîplomasiyê de li dijî dijî PKK′ê da meşandin,  çalakiyên partiyê li Almanyayê bi bihaniya "qanûna komeleyên navxweyî′′ hatin qedexekirin

Di sala 1997'an de Amerîkayê PKK wek "rêxistina terorî ya biyanî" wesifand. Brîtanya di 2000′an de, Keneda û Japonya û Yekitiya Ewropayê di sala 2002'yan de, Awstralya di 2005'an de û Newzîlanda di 2010'an de PKK'ê wek rêxistineke terorî bi nav kir. Di rastiyê de PKK'ê sûc li tu welatan nekiriye, berovajî wê banga pêşxistina têkiliyên mirovî û civakî di navbera hemû civakan de dike.

Bûyera kuştina Palme li seranserî cîhanê deng veda, nemaze ku Palme wekî serokekî demokrat û komunîst piştgirî dida mafên gelê Kurd. Lê ev yek jî li zora dewletên Ewropayê û Amerîkayê çû.

Çapemeniya dewleta Tirk piştî kuştina Palma nûçe bi sernavên (PKK'ê Olof Palme kuşt) weşandin, tevî ku tu delîlên vê yekê tune ne, lê dîsa jî serokê polîsê yê Stockholmê Hans Holm got, PKK'ê Olof Palme kuşt û operasyonên binçavkirinê li dijî Kurdan da destpêkirin û di encamê de gelek Kurd bi salan hatin girtin.

Siwêd di serdema Palme de dostê gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan bû; lê piştî wê bûyerê Siwêd bû qada derxistina fermanên kuştina têkoşerên PKK'ê. Kuştina Palme qonaxa destpêkê ya xistina PKK'ê di ′′ lîsteya terorê′′ de û krîmînalîzekiringelê Kurd bû.

Ji bo kuştina Palma 2 armancên hêzên hegemonîk hebûn, yek bêdengkirina wî û bidawîkirina piştgiriya wî ya ji gelên (cîhana sêyem) re, ya duyemîn jî têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û rêgirtina li ber pêşketina wê bû.

Di 1968'an de Palme meşeke mezin ji bo piştgiriya Vîtnamê li dar xist. Ji ber vê meşê Amerîkayê balyozxaneya xwe girt û têkiliyên xwe bi Siwêdê re qut kirin. Di 1986'an de Palme li dijî êrişa Rûsyayê ya li dijî Çîkoslovakyayê derket. Hemwextî ku DYA û NATO Kûba wek dewleteke terorî û serokwezîrê wê Fidel Castro terorîst didîtin, Palme di 1975'an de serdana Kûbayê kir.

Dewletên Ewropayê "Danmark, Norwîc, Siwêd û Hollanda" li Konseya Ewropayê giliyê dewleta Tirk kir û gotin, Tirkiye mafên gelê Kurd binpê dike. Ev nêzîkatî bala dewletan kişand.

Li Afrîkaya Başûr jî ya ku pergala nijadperest tundî û zordestî li dijî reşikan pêk dianî, Palme li dijî vê yekê jî rabû û gelek civîn ji bo qedexekirina çekan li ser Afrîkaya Başûr li dar xistin.

Di 1983'yan de Palme li Stockholmê  pêşwaziya Yasir Erefat ê bi nêrîna Amerîkayê terorîst e, kir. Her wiha Palme ji ber sedemên navborî xîrabeke tund li dijî hêzên mezin ên hegemonîk mîna Rûsya û Amerîkayê kir.

Di 10'ê Hezîrana 2020'an de serokê Komîteya Lêpirsînê ya bûyera kuştina Olof Palme û endamê komîteyê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de encamên lêpirsînê diyar kirin. Serokê komîteyê diyar kir ku kujerê Palme yek ji endamên partiyên rastgir e û navê wî Stig Bergström e. Her wiha got ji ber kujer wefat bûye doz hat girtin.

Nivîsgeha dozgerê giştî yê Siwêdê di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku kujerê Palme welatiyekî siwêdî ye, navê wî Stig Engstrom e, di sala 2000'an de xwe kuştiye. Wiha PKK'ê bêguneh derket.

Cîhan û Siwêd li hember gelê Kurd ne sozdar bûn û ji bo 30 salan PKK'ê bi neheqî hat tawanbarkirin, gelê Kurd di van salan de rastî komkujî û qirkirinên herî qirêj hat.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê got, xistina PKK'ê di ′′lîsteya terorê′′ de neheqiyeke mezin bû.

Di navbera salên 2014 - 2020'an de, PKK'ê dozek li dijî "lîsteya rêxistinên terorî"  li Konseya Ewropayê vekir.

Dadgeha Edaletê ya Ewropayê tevî ku biryar dabû ku divê PKK'ê ji ′′lîsteya terorê′′ bê derxistin, lê di 2022'yan de li Luksembûrgê ji nişkê ve daxwaza PKK'ê red kir.

Di Çileya 2020'an de Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Belçîkayê navê terorê ya li ser PKK'ê bi temamî rakir destnîşan kir ku PKK'ê ji bo mafên gelê Kurd di şerekî çekdarî yê hundirîn de ye û sivîlan hedef nagire, ji ber wê ew ne rêxistineke terorî ye. Di encama vê daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker bang li balyozê Brûkselê yê li Tirkiyeyê kir.

JI BO DERXISTINA PKK'Ê JI ′LÎSTEYA TERORÊ′ 7 MÎLYON ÎMZE

Di 5'ê Mijdara 2021'an de 29 kesayetên naskirî yên siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, çalakvanên aştiyê, parêzer û hunermend ji bo derxistina PKK′ê ji "lîsteya terorê" li Yekitiya Ewropayê pêngava Edaletê ya Navneteweyî ya Kurdan ragihand. Ji zêdetirî 30 welatên cîhanê, hezar kesayetên xwedî bandor tev li pêngavê bûn û pêşengiya wê kir.

Pêngavê  bi dirûşma "Bi navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Komîseriya Yekitiya Ewropayê dikin ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst ên qedexekirî derxe" hatibû birêxistinkirin.

Li Ewropayê tenê 3 mîlyon îmze hatin komkirin û pêşkêşî komîseriyê ya Brûkselê hatin kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî mîlyon îmze û li Şengalê 40 hezar û 446 îmze hatin komkirin. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku wê nêzî 2 mîlyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirine.

TIRKIYE DOZÊN DERXISTINA PKK'Ê JI LÎSTEYA TERORÊ ASTENG DIKE

Dewleta Siwêdê ya ku 30 salan zilm li Kurdan kiribû û bi kuştina Palme tawanbar kiribû, careke din ji bo ku di NATO'yê de bê qebûlkirin piştgiriya daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên ragihandina PKK'ê wek rêxistineke terorî dike.

(mh)

ANHA