‘Bi hevserokatiyê em dikarin tevahiya civakê demokratîk bikin’

Besê Erzîncan destnîşan kir ku bi sîstema hevserokatiyê dixwazin malbat û civakeke nû ava bikin û got “Em bi vî rengî dikarin tevahiya civakê demokratîk bikin.”

‘Bi hevserokatiyê em dikarin tevahiya civakê demokratîk bikin’
1 kanûn 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan beşdarî 'Bernameya Xwebûnê' ya Jin TV’yê bû û nûnertiya wekhev û pergala hevserokatiyê nirxandin.

Hevpeyvîna bi Besê Erzîncan re bi vî rengî ye:

Dîroka şaristaniyê wiha fêr kirine; wekî ku jinê ti carî cihê xwe di siyasetê de negirtiye, siyasetê bi zilaman dest pê kiriye. Heta bi dewletbûnê re siyaset çêbûye. Gelo rastî bi vî rengî ye?

Piştî dîroka nivîskî jin ji jiyanê hatine dûrxistin. Hem di aliyê siyasetê, civakê, aborî hem jî di aliyê parastinê de hatine dûrxistin. Her çiqas dûrxistin hebe jî hinek jinan di dîrokê de cihê xwe girtin. Em nikarin bêjin qet jin tune bû. Wek Kleopatra mînakeke vê ye. Zilam naxwaze hebûna jinê di dîrokê de diyar bibe. Ji bo jin dernekeve pêş, wekî pêşeng xuya neke, rengê wê dernekeve nêzîkbûneke zilam heye. Lê beriya sedsala 18. jî jin hebûn, bi taybetî di sedsala 21. de gelek jinên siyasetmedar derketin. Berê jî jinên wekî Rosa Lûxembûrg, Emma Goldman, Clara Zetkîn, Aleksandra Kollontay hebûn. Hebûna jinê her tim hebû.

Ji destpêka şaristaniya dewletparêz heta roja me îro cara yekem jin xwedî heman mafî ye. Ev bi Tevgera Azadiya Kurd re destpê kir. Modela yekem e. Ev pergal pergaleke çawa ye û çawa ket rojeva tevgerê?

Di neolotîkê de çanda jinê heye. Ji bo mirovahiyê jinê roleke pêşeng lîstiye. Em xweda û xwedawendan dibînin bi hev re civakê bi rê ve dibin. Ev bingeh beriya 5 hezar salan li Mezopotamya hebû. Heta Sûmeran jî jin bi rengekî pêşeng, komûnal pêşengtî ji civakê re dikir. Ji bo Tevgera me nêzîkatiya Rêber Apo, avabûna PKK bandorker e. Em jiyana Rêber Apo temaşe bikin, hîn di biçûkahî de her tim dixwest jin di nav jiyanê de hebe. Digot, jin jî divê di nav şoreşê de cihê xwe bigre. Tabî 5 hezar sal jin li derveyî siyaset û jiyanê hatine hiştin. Lewma pêvajoyeke amadehî pêwîst bû. Ji bo ku hem di aliyê jiyanê de, siyasetê de û leşkerî de tecrûbe bigre amadekarî pêwîst dikir. Di nava PKK de bi pêşengiya Rêber Apo wekî jinên Kurd me van merheleyan hemûyan jiya. Hem di avabûna PKK'de hem di artêşbûnê, partîbûnê û parastinê de di her milî de em dîroka Kurd temaşe bikin destketiyên jinan hene. Di hêla bîrdozî de jî pêşketin çêbû. Serokatî li ser malbat û jin dahûrandin dikir, xwe dahûrand. Têkiliyên xwe bi Fatma ra dianî ser ziman. Rêber Apo di hêla xeta azadiya jin, bîrdozî û zîhniyet de û di hêla rêxistinî de dahûrandinan dikir. Rêxistinekî çawa çêbibe ku jin bêhtir azad bibe. Di şoreşên dîtir de wiha çênebû. Hem rêxistin û îradeya jinê dernekete hem jî girêdayî vê pergala hevserokatî jixwe qet nîne. Tenê aliyê îdeolojî û zîhniyet de guhertin ne bes e. Pêwîst e formek hebe ku jin beşdarî jiyanê bibe. Piştî 2000'an jin bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Em bala xwe bidin hem di nav PKK de hem di Rojhilata Navîn de hêdî hêdî jin de hêla zanabûnê de pêş ket. Jin karîbû hinek biryarên xwe bide. Di Kongreya 6. de cara yekemîn heval bûn Komîteya Navendî ya PKK. Ev ne bes bû helbet. Cara yekemîn 2005 de Rêbertî pergala hevserokatiyê xist rojevê. Wê demê Birêz Ahmet Turk û Aysel Tûglûk hevserok bûn. Di nav PKK de jî ceribandina hevserokatî çêbû. Heta 2000-2005 ev nîqaş ketin rojevê. Lê li Ewropa jî ev pergal heye. Mînak di Partiya Kesk de heye. Lê tenê hevserokatî heye. Ji jor heta jêr pergaleke hevserokatî û temsîla wekhev tine ye. Piştî 2012 hem li Başûr hem li Rojava PYD de pergala hevserokatî çêbû. 2014 jî li Rojhilat ev pergal ava bû. 2013 Di nav KCK de ev pergal çêbû. Piştî 2015 jî Rêbertî got nîv nîv, yanî ji sedî pêncî jin ji sedî pêncî mêr be. Yanî ew kotayên ku berê hebûn êdî rabûn. Lê bi qasî pergal feraset jî girîng e. Rast e nîv jin nîv mêr in lê jin di meclîsên jinan de cihê xwe digrin. Wekî temsîla, îradeya jinan dibe hevserok.

Em dikarin bêjin hevserok wekî berdevka jinan e?

Rast e. Her tiştî de bi taybetî di siyasetê de hemû biryaran yek kes dide. Yek serok heye, her tişt girêdayî wî ye. Îradeya jin û civak dernakeve pêş. Piştî pergala hevserokatî ji komûnan heta meclîs û kooperatîfan, partiyan pergala hevserok heye. Jin jî tevlî biryaran dibe. Ev jî ji bo siyaseta demokratîk bingeh çêdike. Heke îradeya jin, rêxistina jin û nêrîna jin tune be siyaset jî demokratîk nabe.

We got ev pergal ji 2005 heta îro ketiye meriyetê. Ev pergal bi xwe re çi anî. Ew jina ku di malê de hatibû esîrgirtin îro di her qada jiyanê de cihê xwe digirin. Roleke çawa da jinê?

Wek dîrok 2005 e, lê pratîzekirina wê piştî 2013 bû. Di wê navberê de jî pratîk hebûn lê tam nehatibû rûniştandin. Li jor de dima. Di hêla komûn meclîs de na tenê di hêla partî de hebû. Lê vê biryarê pratîzekirin jî bi tena xwe şoreşek e. Zilam vî tiştî zû zû qebûl nake. Ji ber ku di hêla leşkerî, siyasî, jiyanî de ev pênc hezar sal in fêr bûye. Pergala modernîteya kapîtalîst hem di hêla ol, zanist û hwd. de zihniyeteke wiha ava kiriye. Zilam fêrî serdestiyê bûye. Fêr nebûye ku bi jinê re parve bike, bi wê re nîqaş bike. Biryarê bi wê re bide. Ev ji bo gelek zilaman mîna mirinê ye. Zilam xwe bê têsîr hîs dike, wekî şikestinekî ye. Lewma vê pergalê derbasî pratîkê kirin serkeftinek e. Helbet serkeftina herî mezin ya Rêber Apo ye. Serkeftina jina Kurd e. Xebatên jinên Kurd bawerî daye civaka Kurd. Di dîroka me de nêzîkbûna jinan ji bo gel hîn baştir e. Ne serdest e, civakê baştir fêm dike, guhdar dike, nîqaş dike. Di hêla leşkerî de jî wiha ye hevalên me yên jin ji gelek serhildanan re pêşengtî kirine. Binevş Egal, Zekiye Alkan û hwd. Rêber Apo civakê di vî milî de amade kir. Dehan sal civaka me di milê azadiya jinê de hate amadekirin, li vir guhertin û bawerî çêbû. Pergala hevserokatî jî jixwe pêşniyara Rêber Apo bû. Ji me re got ev pergal pergala her demokratîk e. Heke em dixwazin siyaseta demokratîk çêbibe, civak demokratîze bibe dive em pergala hevserokatiyê ji jor heta jêr ava bikin. Pêwîst e jin tevlî siyasetê bibe. Dibe ku di van salên dawî de ji ber ku têkoşîna jinan bilind bûye di hêla şiklî de be jî hindek jin derketin pêş. Lê ev jî tenê li jor de dimîne. Pergaleke demokratîk hebe, jin jî beşdar bibe rêxistnên hevpar ên jin hebe, jin biryar bigrin û hevserok jî li ser vî esasî kar bike zêdetir jin li jor dimînin. Gelek caran jî ev jin teqlîdê zilaman dikin. Ji bo ku civaka me ji Rêber Apo bawer dikir, ji jinê bawer dikir pergal hat avakirin lê helbet ji hêla zilam ve zehmetiyên xwe çêbûn. Lê dîsa jî divê bêjim ku civak zû qebûl kir. Em nikarin bêjin di hêla zîhniyet de tam guhertin çêbûye. Lê hevseroaktiya jin tê qebûlkirin. Hetta bêhtir baweriya xwe dide jin. Lê di milê jinê de jî zehmetî heye. Bi hezaran salan van karan nekiriye. Jixwe bê bawer nêz dibe, car caran teqlîdê zilam dike, car caran wekî desthilatdar xwe derdixe pêş. Lê ev hemû jî cihê têkoşînê ye.

Lingekî vê pergalê jî guhertina zilam e, feraseta serdestiyê guhertin e. Hûn difikirin ku zilam bi vê pergalê re dest bi têkoşîna xwe kir, guhertin da destpêkirin?

Ez dibêjim guhertineke pir mezin çêdike. Dibe ku di hêla qebûlkirin de hinek zehmetî çêbibe. Lê êdî ew jî xwe mecbûr dibîneku guhertin çêbike.

Di hemû saziyên Kurdan de ev pergal hatiye rûniştandin. Lê wek hejmar têr dike ji bo pêkanînê. Yanî çawaniya wê jî ne girîng e?

Rast e pergal hatiye avakirin lê me naveroka wê çiqasî tijî kiriye. Hem jin hem zilam çiqasî li gorî vê pergalê kar dikin, di vî milî de hinek pirsgirêk hene. Li hinek cihan pergala hevserokatî heye lê dîsa jî zilam esas digirin. Li hinek cihan zilam jina hevseroka wek hevkar na wekî alîkara xwe dibîne. Dibe ku di gotin de nebêje lê di pratîkê de wiha derdikeve. Ya girîng dema te pergalek ava kir divê tu hundirê wê jî tijî bike. Li gelek cihan niha ji hêla fikrî, rêxistinî, bîrdozî, sekn ve tecrûbeyên jinan ji zilaman zêdetir e. Hîn pêştir e, wêrek e, civakê baştir nas dike, çalak e. Yanî gav bi gav pêşketin çêdibe. Lê divê di hêla lêhûrbûn û feraset de xwe baştir pêş bixin. Carnan di aliyê jin de jî pirsgirêk derdikevin. Bandora pergala kapîtalîst heye. Ji zilam çawa dîtiye dixwaze heman tiştî bike. Armanca me tarz û rengê siyasetê guhertin e. Em dixwazin siyaseteke nû, demokratîk ava bikin. Pergaleke kolektîf ava bikin. Karibin jin û zilam bi hev re kar bikin, nîqaş bikin. Car caran kêmasî derdikevin lê ev jî cihê têkoşînê ye. Bi hezaran jin bi rêka komûn û meclîsan tevlî siyasetê bûye. Di nav 5 hezar salan de jin li malê hat girtin. Dema derket derve jî wekî karkerekê şixûliye. Bi pereyeke pir kêm kar kiriye. Ti cihekî stratejîk de nebûye. Lê ev pergala hevserokatî pêşketin ava kir, civakeke pêşketî, pergaleke pêşketî û demokratîk çêkir.

Li Ewropa di bin navê temsîliyeta wekhev de ji jinan re kota tê danîn. Hejmara jinan pir e. Lê xebatên çawa tên meşandin, jin xwe çawa rêxistin dikin? Mînak li gelek welatên Ewropa xwekuştina jinan pir zêde ye.

Dibêjin cihê herî pêşketî Ewropa ye. Her çiqas pêşketin hebe jî li wir jî zilam li pêş e. Di hevdîtinên demokratîk de, kar û xebatan de dibe ku çend jin jî hebin lê di esas de zilam li pêş e. Di şekil de jin xuya dike. Lê di bingeh de rêxistina jinan nîne. Jixwe Ewropa azadiyê di takekes de dibîne. Azadiya jinan, azadiya civakê nabîne. Ger di civakekî de hemû jin azad nebin, ewqasî xwekuştin hebin tê wê wateyê ku li wir wateya jiyanê pir kêm e. Di pergala Ewropa de hebûna jinê şiklî dimîne. Pergaleke jinê, rêxistineke jinê nîne. Hinek jin jî qet rêxistina jinan guhdar nakin. Li gorî biryarên NATO, dewletên xwe tevdigerin. Li gorî civaka xwe tevnagerin. Em nikarin bêjin hemû jin jî wiha ne lê kêm jin civaka xwe esas digrin. Ev jî xapandinek e. Ji jinan re dibêjin 'binêrin jin azad bûye, dikare bibe serokwezîr jî. Yanî pêwîst nake hûn têbikoşin, serî rakin, mafê jinan bixwazin. Jin xwe dikare bibe her tişt'. Lê di rastî de li wir civakbûnek tune ye.

Ev pergala hevserokatî li cihanê xwe çawa da der. Têkiliyê we bi jinên cîhanê re çêdibe an jî jin vê pergalê ji xwe wek model digrin?

Jin û civak pir balkêş dibînin. Gelek kes dixwazin mînak bigrin. Gelek jinên rêxistinên din ji me dipirsin we vê pergalê çawa ava kir. Em dikin nakin zilam vê pergalê qebûl nakin. Yanî lêgerînên jinan pir zêde ye. Însanên azadîxwaz, demokrasîxwaz dixwazin vê pergalê bi pêş bixin. Meraqa wan pir e. Lê heman demê ev pergal di netewe dewletan de tirsekî mezin ava dike. Di aliyê zîhniyet de li dijî vê pergalê kar dikin. Em çiqas pergalê pêş dixin dewlet jî li dijî me kar dike. Gelek caran zilam tifaqên xwe bi hev re xurttir dikin, dewlet li hemberî jinan tifaqên xwe xurttir dikin. Mînak di mafê kurtajê de carna maf didin carna pêşiya wê digirin. Mînak Tirkiye ji Hevpeymana Stenbolê re pêşengtî kir, lê piştre bi dewletên din re jî nîqaş kir û xwe paş de kişandin. Di hundirê cîhanê de çiqas azadî pêş dikeve, em wek Tevgera Kurd çiqas dixwazin vê pergalê xurt bikin li beramberî vê yekê ewqasî êrîşek jî çêdibe. 

Pergala kapîtalîst ji bo vê pergalê birizîne şerê taybet jî dimeşîne?

Helbet. Pergala zilam bi vî rengî ye. Her dem li ser esasî yek kesî xwe ava kiriye. Dema li beramberî xwe pergaleke din bibîne, an jî zilamekî bibe hevserok yên din biçûk dibîne. Helbet şerê taybet jî hene. Antîpropagandaya pergala me dike. Pergala heyî naxwaze jin di siyaset û leşkerî de cihê xwe wekhev çêbike. Di nav me de jî hene. Em di hundirê xwe de, hem li hemberî hevalên xwe yên mêr hem li hemberî dewletê, hem li hemberî paşverûtiyên civakê li hemberî zihniyeta pênc hezar salan têdikoşin. Tiştê esasî çi ye. Ger jin di nav xwe de xwe baş rêxistin bike, zîhniyeteke azad ava bike, hevaltiyeke rast a jinê çêbike dikare li hemberî pergala desthilatdar jî li hemberî hevalên xwe yên mêr jî, li hemberî dewletan jî têbikoşe. Ev têkoşîneke kûr û pir alî ye.

Feraset di serî de di malbatê de tê guhertin. Ji bo vê dikarin çi bêjin?

Weke Tevgera Jina Kurd em dixwazin di malbat û civakê de guhertin çêbikin. Malbat û civakeke nû û demokratîk ava bikin. Ev modela hevserokatî modeleke siyasî ye, lê heman di deman demê de modelek civakî ye. Malbat dibêjin reîsê malê zilam e. Hemû zarok û jin jî aîdî vî zilamî ye. Pergal malbatê li ser vê esasê çêkiriye. Em dixwazin bi pergala hevserokatî re modeleke nû çêbikin. Modeleke ku jin û mêr karibe bi awayekî azad kar bike, nîqaş bike. Di derheqê jiyan û siyasetê de bi hev re biryar bigre. Di malbat de jî divê mêr û jin demokratîk nêzî hev bibin, wekhev bibin. Malbat aîdî zilam nîne. Mafê hemû kesan heye. Divê hevdû guhdarkirin hebe, pêvre nîqaşkirin hebe, hevdû hezkirin û xurtkirin hebe. Lê divê her şexs jî xwedî fikrê azad be. Dema em siyaseteke demokratîk ava dikin, ev bandora xwe li ser mal û jiyanê jî dike. Berê mêr wekî reîsî malê bû Lê ev jî bi zîhniyeta nû re tê şikandin. Ev pergal bandoreke pir mezin li ser jiyanê dike. Rêberê me ne tenê ji bo Kurdistan ji bo hemû cîhanê ev pergal pêşniyar kir. Em bi vî rengî dikarin hemû jiyanê demokratîk bikin.