Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê daxuyand ku li Rojava û Sûriyeyê divê zimanê Kurdî bi qanûnî û destûrî were mîsogerkirin.

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin
21 îlon, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê, têkildarî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê Kurdî û parastina mafên gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman mafekî bingehîn ê mirovan e û perwerdehiya bi zimanê dayikê bingeha parastina nasname û çandê ye û wiha hat gotin: “Weke Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê, em diyar dikin ku mafê fêrbûn û perwerde dîtina bi Kurdî ya gelê Kurd mafekî bingehîne û divê bi qanûnî û destûrî were mîsogerkirin.

Em her cûre êriş û hedefgirtinên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin. Bi taybetî, em qetilkirina hovane ya endamê Wezareta Parastinê Şehîd Sîpan ku ji aliyê endamên eşîra Begara ve hat şehîdkirin, şermezar dikin.

Em sersaxiyê ji malbat û hevalên wî re dixwazin û daxwaz dikin ku derbarê vê bûyerê de lêpirsîneke serbixwe û zelal were meşandin û hesab ji berpirsyaran were pirsîn.‘‘

Platforma Yektiiya Neteweyî ya Jinan, ji bo mîsogerkirina mafên ziman û perwerdeyê daxwazên xwe wiha rêz kirin:

Mafê perwerdehiya bi Kurdî, divê di hemû astên perwerdeyê de were mîsogerkirin û ji bo vê jî şert û mercên pêwîst mînak mamoste, mufredat û pirtûkên waneyan werin amadekirin.

Kurdî, mîna zimanên din ên ku di sîstema perwerdeyê de tên hînkirin, divê di dibistanan de wekî zimanê duyemîn were hînkirin.

Mafê zimanê Kurdî divê bi destûrî bi eşkereyî were mîsogerkiri û mafê hînkirin, fêrbûn û bikaranîna Kurdî were parastin.

Bêyî cudakriyê bixin nav neteweyî, zimanî an çandan, divê hemû welatî bibin xwedî mafê ewlehî, rûmet û hemwelatîbûna wekhev û ji her cûre hedefgirtin û cudakariyê werin parastin.

Em di wê baweriyê de ne ku naskirina mafên zimanî û neteweyî mafên pêkhateyên din paşguh nake, berovajî vê yekê bingeha hemwelatîbûna wekhev, rêzgirtina li cihêrengiyê û avakirina civakeke adiltir û yekgirtîtire.

Ji ber vê yekê, Platforma me bang li hemû hêzên siyasî û civakî, saziyên perwerdeyê û rêxistinên mafên mirovan dike ku piştgiriyê bidin van daxwazan û ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bibe mafekî qanûnî û destûrî bixebitin û mafên hemû pêkhateyên civakê bêyî cudakarî werin parastin.

Ziman, perwerde û nasname maf e; ewlehî û rûmet mafê her hemwelatiyane. mîsogerkirina van mafan, bingeha avakirina civaka ku li ser wekhevî, dawerî û rêzgirtina li cihêrengiyê hatiye avakirin.