Di êrişa DAIŞ'ê de 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê êrişî artêşa Iraqê kir. Di encamê de 10 leşker hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ'ê de 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin
1 kanûn, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev li nêzî gundê Îmraniye yê navçeya Wecîhiye ya parêzgeha Diyalayê ya Iraqê êrişî artêşa Iraqê kir.

Li gorî çapemeniya Iraqê çeteyan destpêkê mayinek bi wesayîtekê ve teqandiye û piştre gule li şêniyên herêmê û hêzên artêşa Iraqê ku berê xwe dabû cihê bûyerê, reşandin û di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e.