Jina behremend bermahiyên kevn vediguherîne berhêmên nûjen

Li Amûdê jineke behremend jêhatîbûn û behreya xwe veguherandiye pîşeyeke serkeftî ji bo debara jiyanê. Ew bermahiyên daran û tiştên avêtî vediguherîne berhemên xweşik.

14 îlon, 2026   04:50
QAMIŞLO
JINDA DELSOZ

Ezîza Şêxmûs Esed ji Amûdê ye. Ew xwedî jêhatîbûnekê bû ku di zarokatiya wê de derket holê. Ew tiştên kevn û avêtî vediguherîne berhemên hunerî ku afirîneriya wê û bedewiya ramanên wê nîşan didin.

Rêwîtiya afirîneriya Ezîzayê di zarokatiyê de dest pê kir, ji ber ku hewesa wê ya ji bo hunerên destan ji dema dibistanê de bi wê re bû. Her çend şert û mercan rê neda ku xwendina xwe ya zanîngehê bidomîne jî, lê vê yekê rê li ber armanca wê ya xweser negirt.

Ezîza bi awayekî serkeftî û nûjen û tiştên hêsan ên berdest ji nû ve teşe dike û wan veduguherîne berhemên hunerî yên cihêreng.

 Ew seramîkên xemilandî, amûrên metbexê û perçeyên ku bi taybetî ji bo xemilandina neynikan û xemilandina diafirîne.

Ezîza rêwîtiya xwe ya dijwar wiha rave dike: "Hezkirina min ji bo hunerên destçêkirî di rojên dibistana min de dest pê kir û di her aliyê jiyana min de ew hezkirin bi min re ma. Ji ber ku hemwelatîbûna me ya Sûriyeyê ji me hat stendin, min nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biqedînim. Lêbelê, ez biryardar bûm ku wekî jinek kedkar xwe bi xwe bispêrim xwe. Min li aliyekê ji debara jiyanê porên jinan çêdikirin, her wiha min bi hewesa xwe ya ji bo çêkirina tiştên bedew bi textik û daran berdewam kir.”

Ezîzayê destnîşan kir ku beşdarbûna wê di pêşangehan de ne ji ber xwesteka qezenca darayî ye, lê ji ber xwesteka ku bi civakê re têkilî dayne û ji ezmûnên jinên jêhatî ên li dora wê fêr bibe.

Ezîzayê di dawiyê de peyamek da jinan û got: "Çi zehmetî hebin jî, divê jin tu carî dev ji jêhatîyên xwe bernedin. Bixwebawerî û fêrbûna berdewam hêzên rastîn in û ew bextewarî û geşbîniyê tînin."

(k)

ANHA