Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin

Rêveberiya Xweser 5 alavên nû yên şûştina gurçikan pêşkêşî Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê kirin.

Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
Beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Hesekê 5 alavên nû wergirtin
25 îlon, 2025   16:05
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser 5 alavên nû pêşkêşî beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê ya li taxa Ezîziyê. Piştî nexweşxaneyê ev 5 alav wergirtin, pêngaveke kalîteyî di rewşa tenduristiyê ya li bajêr de hat çêkirin. Ev gav bi armanca dawîlêanîna êşên nexweşan ên ji salan ve, ji ber kêmbûna pêdiviyên tibî dikişînin, berdewam e. Berê rewşa li Navendên şûştina gurçikan pir zehmet bû û vê jî bandorên yekser li nexweşan kir.

Ev destpêşxerêya îro, ji bo bilindkirina kalîteya beşê û misogeriya berdewamkirina pêşkêşkirina xizmetguzariyên tibî bi awayekî baştir û birêkûpêktir e.

Beşa şûştina gurçikan a ku 2011ˊan hatibû vekirin ji 5 alavan pêk dihat; alavek ji bo cegerê, 4 alav ji bo şûştina gurçikan hebûn, lê van alavan têrê nedikir ku pêdiviyên nexweşxan dabîn bikin. Bi zêdekirina alavên nû re, hejmara rûniştinên rojane derket 35ˊan. Bi wê re jî hejmara nexweşên navên xwe li beşê qey dikin derket 110ˊan.   

Van alavên nûjen jî dema her rûniştinekê kêm kir û daxist 3 saetan û bi wê re êşên nexweşan siviktir.

Beşa şûştina gurçikan a di Nexweşxaneya Gel de 24 saetan di xebatê de ye, xizmetguzarî û dermanan bê pere pêşkêş dike. Xebatkarên tibî ji bo bikaranîna alavên nû hatin perwerdekirin ku kalîteya xizmetguzariyê bê misogerkirin û rûniştin bên birêxistinkirin. Ev jî dihêle nexweş demeke dirêj bendewar nemînin.

(fr)

ANHA