Li Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan hate belavkirin

Li Dêrikê endamên Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle nameya Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re şandibû, wekî belavok li welatiyan belav kir.

Li Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan hate belavkirin
Li Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan hate belavkirin
Li Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan hate belavkirin
Li Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan hate belavkirin
25 îlon, 2025   15:46
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de endamên Hîlana Zêrîn û yên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li bajarê Dêrikê nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji jinan re şandibû wek belavok li welatiyan belav kir. 

Belavok li dikanên sûka navendî ya bajar û di saziyên xizmetguzariyê hate belavkirin. Jinên cihê xwe di hemleyê de girt, cilên kurdî li xwe kiribûn.

Di nameyê de tê diyarkirin ku şerê jinan şerê ji bo xaka welat, birêxistinbûyîn û azadiyê ye. Azadiya jinan bingeha hemû azadiyan e û azadiya civakê di azadiya jinan re derbas dibe.

Beriya hefteyekê Hîlala Zêrîn li kantonên Tebqa û Reqa û li Helebê di çarçoveya heman hemleyê de çalakiyên belavkirina belavokan li dar xistibûn.

(dc)

ANHA