Berpirsekî Îsraîlî: Em şerekî li Lubnanê naxwazin, lê pêwîst bike em ê bersivê bidin

Berpirsekî Îsraîlî hişyarî li ser gengaziya şerekî nû bi Hizbullahê re li başûrê Lubnanê da û diyar kir ku Tel Avîv şer naxwaze lê "eger pêwîst be em dudilî nemînin". Ev hişyarî digel rageşiya zêde ya li ser sînor û tawanbariya her du aliyan der barê pêkanîna peymana başûrê Lîtanî, ye.

Berpirsekî Îsraîlî: Em şerekî li Lubnanê naxwazin, lê pêwîst bike em ê bersivê bidin
5 mijdar, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Îsraîlî ji tora "El Arebiyê" re diyar kir ku "Îsraîl şerekî li Lubnanê naxwaze, lê eger pêwîst be wê dudilî nebin."

Berpirsê Îsraîlî got, "Hizbullah xwe ji nû ve li başûr bi cih dike, ev yek gefên destpêkirina şerekî nû dixwe. Li başûrê Lubnanê di tevgera komkirina çekan de lawaziyek heye."

Berpirs bi bîr xist ku Îsraîl pêşwaziyê "li her dan û standinên bi Lubnanê re, bêyî şertên pêşîn, dike."

(ac/fr)

ANHA