Li Minbicê şewatên ji ber rafinerkirina sotemeniyê

Çeteyên dewleta Tirk di nava malên şêniyan û zeviyan de sotemeniyê rafiner dikin. Ji ber vê yekê 2 şewatên mezin çêbûn û şêniyan bi alavên xwe vemirandin.

Li Minbicê şewatên ji ber rafinerkirina sotemeniyê
5 mijdar, 2025   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hin bazirganên bi ser wan ve, li nava taxên niştecihan û zeviyên bajarê Minbicê petrolê rafiner dikin. Li gel xeteriya vê yekê ya mezin li ser sivîlan, jîngehê û belavkirina nexweşiyan, lê çete guh nadin vê yekê.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Minbicê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi rêbazên destpêkê li nava malan de petrolê rafiner dikin. Çavkaniyan got ji ber vê yekê li taxa Esediyê di nava malên şêniyan de beriya çend rojan şewatek mezin çêbû, lê tu windahiyên mirovî çênebûn. Li ser rêya Yasitî li aliyê bakurê Minbicê jî, li nava zeviyekî tije dar îro şewatek din ji ber rafineriya petrolê pêk hat, lê tu zirar çênebûn.

Heman çavkaniyan anî ziman ku bi dubarekirina rafinerkirina petrolê re xeteriyek mezin li ser şêniyan û jîngehê heye, ji ber ku ev yek li herêmên niştecihan, nêzî malan, herêmên çandiniyê û nava daran pêk tê.

Ajansa me dîmena şewatek mezin ku li nava malan çêbûye û şênî hewl didin bi rêya alavên xwe vemirînin bi dest xist.

Ev pêkanîn di demekê de tên kirin ku jîngeh li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji aliyê çeteyan hatiye wêrankirin. Çete bêyî tu hesab ji wan were xwestin daran dibirin, zeviyên çandiniyê xerab dikin, rûberên fireh dişewitînin.

(ac/fr)

ANHA