Hemas: Em ê cenazeyekî din radestî Xaça Sor bikin

Tevgera Hemasê diyar kir ku ew ê, cenazeyê rehîneyekî îsraîlî ku li taxa Şucaiyê ya bajarê Xezayê dîtiye, îro radestî Xaça Sor bike.

Hemas: Em ê cenazeyekî din radestî Xaça Sor bikin
5 mijdar, 2025   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya agirbesta li Şerîda Xezayê de, Tevgera Hemasê ragihand ku ew ê cenazeyê rehîneyekî Îsraîlê saet 21.00ˊan radestî Komîteya Navneteweyî ay Xaça Sor bike.

Di daxuyaniyê de tevgerê ya li ser telegramê de hat gotin ku "Ew ê cenazeyê rehîneyekî ku li taxa Şucaiyê yê rojhilatê Xezayê hatiye dîtin, teslîm bikin."

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku, ew hestiyên rehîneyekî bi rêya Xaça Sor wergirin, piştre hat diayrkirin ku ew leşkerê Îsraîlî-Amerîkayî bi navê Itai Gan e.

Di çarçoveya bicihanîna peymana agirbesta bi navbeynkariya serokê Amerîkayê Donald Trump de, di 13ˊê Cotmehê de Hemas 20 dîlgirtî berdan û cenazeyên 4 rehîneyan radestî Îsraîlê kirin.

(fr)