Bayik: bila Iraq xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê re neke

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başûrê Kurdstanê dest bi dagirkeriyê kiriye û got: “Eger alîkariya PDK’ê neba wê Tirkiye gavek jî neavêtiba Di nava PKK û PDK’ê de şer nîne. Di nava PKK û dagirkerî û xiyanetê de şerek heye.”

Bayik: bila Iraq xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê re neke
31 tîrmeh 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEAYN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî bernameya taybet a Stêrk Tv bû û derbarê mijarên di rojevê de ne nirxandinên kir. Bayik anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gihiştiye asta êşkenceyê û got: “Girîng e ku 69 xelatgirên Nobelê û Sanatorê Fransî Pascal Savoldelli bertek nîşanî tecrîdê da ye.” Bayik dest nîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomîne û got, pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bê çareserkirin.

Cemîl Bayik da zanîn ku lazime hikûmeta Iraqê nekeve nava planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Bi vê boneye ez dixwazim hikûkmeta Iraqê hişyar bikim; xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re nekin. Wê ev zirerek mezin bide Iraqê. Lazime ên ku li dijî tifaqa Tirk a li Iraq û Başûr in, bertekên xwe tene bi daxuyaniyan nehêlin. Eger hûn difikirin ku ev tifaq zirerek mezin dide, divê hûn li dijî vê yekê rawestin. Divê hûn dakirkeran ji welatê xwe derxînin.”

Bayik bilêv kir ku di van demên dawîn de Erdogan bi israr dixwaze bi Esad re hevdîtinê bike, lê belê dev ji armanca xwe ya dagirkeriya Sûriyeyê bernedaye û tenê taktîk guhertiye. Bayik bi bîr xist ku Erdogan bûye sedemê xirabkirina Sûriyeyê û hezaran kes jiyana xwe ji dest bide û bi milyonan mirov dev ji axa xwe berde û koçber bibe.

Nirxandinên Cemîl Bayik wiha ne:

Tecrîda girankirî û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî navber berdewam dike. Bê guman têkoşîna gele Kurd û dostên wan jî bêyî navber berdewam dike. Di demek nêz de 69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Abdullah Ocalan danezanek weşandin. Dîsa Senatorê Fransî Pascal Savoldelli ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê ya Tirk da. Têkildarî vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Berî ku ez pirsa we bibersivînim, ez dixwazim vê tiştê diyar bikim; Di meha Tîrmehê de li dijî gelê me li gelek cihan gelek qetlîam hatin kirin. Bi vê boneyê ez ên qetlîam kirine şermezar dikim. Ev qetlîamên normal nînin. Mînak, di 24’ê Tîrmehê de Peymana Lozanê li dijî Kurdan tifaqek bû. Dewleta Tirk a dagirker û qirker divê mehê de li dijî tevgera me û gelê me dest bi êrîşek mezin kir. Ji dîroka Peymana Lozanê heta bi niha qetlîam berdewam dikin. Gelê Kurd jî li dijî vê tifaqê têkoşînê dimeşîne. Gelê me bi têkoşîna xwe gelek gav avêtiye. Lê belê bi temamî ev tifaqa li dijî Kurdan ji holê nehatiye rakirin. Heta dijminê gelê Kurd dixwaze vê tifaqê nû bike û ji bo vê jî dixebite. Ez bawerim ku wê gelê Kurd vê tifaqê bi temamî ji holê rake. Ji ber ku ev tifaq gelê Kurd înkar dike, parçe û îmha dike. Kurd bi vê tifaqê nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Ji xwe Kurd divê ferqê de ne.

Di 27’ê Tîrmehê de li Rojava, Heleb û Qamişloyê li dijî gelê me qetlîamek mezin pêk hat. Tenê li Qamişlo 62 mirovên me qetil kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ez kesên ku ev qetlîam kirine şermezar dikim. Divê ev qetlîam bibe sedemê hîn bêhtir mezinkirina têkoşîna azadiya gelê me. Dîsan di sala 1930’an de meha Tîrmehê li Qelqeliyê li dijî gelê me qetlîamek mezin pêk hat. Gelê me timî divê mehê de xwedî li şehîdên xwe derdikeve û divê xwedî jî derkevin. Di 3’yê Tîrmehê de 10 gerîla bi çeken kîmyewî hatin qetilkirin. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim.

3’yê Tebaxê nêz dibe. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê me yê Êzidî qetlîma pêk hat. Li dijî gelê me yê Êzidî talûkeya fermanê berdewam dike. Bi vê boneyê divê gelê me yê Êzidî fermanên hatine jiyîn û talûkeyên fermanan jibîr nekin. Ji bo vê divê xwedî li xwe derkevin û qedera xwe têxin destê xwe. Ji derveyî vê tu tişt nîne ku gelê me yê Êzidî biparêz e. Di dîroka nêz de her kesê dît; li Şengalê yên digotin, em desthilatin hemû revin û gelê Êzidî radestî DAÎŞ’ê kirin. Heta bi niha jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî û zorokan ne diyar e. Ji bo ku gelê me yê Êzidî fermanên wiha nejî, lazime xwe birêxistin bikin, bihêz bibin, bibin yek, bibin xwedî vîn, sazî û hêza xwe ya parastinê xurt bikin. Tenê bi vî rengî dikarin xwe li dijî fermanan biparêzin û jiyana xwe bidomînin. Bi vê boneyê ez silav û rêzên xwe ji gelê me yê Êzidî re dişinim.

REWŞENBÎR, NIVÎSKAR Û MIROVÊN ZANYAR XWEDÎ LI PARADÎGMAYA RÊBER APO DERDIKEVIN

Heqîqeta Rêber Apo heye. Rêber Apo gelek girîngî dide felsefe û zanistê. Xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve. Xwedî li her tiştê ku di dîrokê de xizmeta mirovahiyê kiriye, derdikeve. Li ser vî bingehî paradîgmayek pêş xist. Yên vê paradîgmayê dixwînin, xwedî li Rêber Apo û paradîgmayê derdikevin. Hîn zêdetir rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û mirovên zanyar xwedî li paradîgmayê derdikevin. Me ji bo Rêber Apo pêngaveke navneteweyî pêş xist. Di rastiyê de ev pêngav ji aliyê dostên gelê Kurd ve hate pêşxistin, me jî di pêngavê de cih girt. Vê pêngavê gelek encamên girîng derxist holê. Li ser vî bingehî rojevek hate afirandin. Li ser vê yekê me jî xwest ku pêngava duyemîn bê pêşxistin. Dostên gelê me, tevgera me û partiya me, kesên xwedî li demokrasiyê derdikevin divê pêngava duyemîn jî pêş bixin. Em jî dîsa wê bi hemû hêza xwe di pêngavê de cih bigirin.

Pêngavê destpê kiriye, her roja borî jî tê pêşxistin. Kesên xwedî li mirovahî, demokrasî û azadiyê derdikevn, di vê pêngavê de cih digirin û daxuyaniyê didin. Diyar dikin ku Rêber Apo nûneriya nirxên mirovahiyê dike û divê ji zindanê derkeve. Dibêjin, ‘Hûn nikarin mirovekî wiha di zindanê de bigirin.’ Her roja dibore, hîn zêdetir xwedî li Rêbertî derdikevin. Herî dawî 69 Xelatgirên Nobelê daxuyanî dan, name nivîsandin. Di nameyên xwe de; bi rengekî berfirehî nivîsandine ku çawa xwedî li Rêber Apo, çawa xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derketine. Ji ber vê yekê ji CPT, Konseya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re name şandin û bang kirin. Di çapemeniyê de jî cih girt. Bangên pir xurt kirin. Mîna we jî gotî, Senatorê Fransî ji Wezareta Edaletê ya Tirk re nameyek nivîsand û got ku ew dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Dîsa yek ji parêzerên destpêkê yên Rêber Apo, Ercan Kanar; got ku qanûnên ku li hemberî Rêber Apo hatine pêşxistin êdî di pratîkê de hukmekî wê nîne. Bi vê wesîleyê ez silav û hurmetên xwe ji kesên berê daxuyanî dayîne, 69 Xelatgirên Nobelê, Senatorê Fransî û Ercan Kanar re dişînim. Evane wijdana mirovahiyê ne û nûneriya mirovahiyê dikin. Lewma xebata ku ew dikin, xebateke pir pîroz e. Xebateke ku ji bo mirovahiyê tê kirin. Jixwe evane hemû ji bo mirovahiyê xebitîne, lewma Nobel wergirtine. Gelek bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistî, dibêjin, ji gelek aliyan ve çareseriyeke xurt diafirînin. Sedemê ku evqasê xurt xwedî li Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê derdikevin; ew e ku heqîqetê di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo weke tê zanîn fîlozofok e. Pirsgirêka mirovahiyê û xwezayê çiye li ser disekine, dixwaze van pirsgirêkan çareser bike.

ARMANC AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Tecrîda li ser Rêber Apo ne tecrîdeke ji rêzê ye, gihiştiye asteke pir jor. Dewleta Tirk hemû qanûnan, qanûnên navneteweyî, exlaq, mirovahî, wijdanî, yanî her tişt binpê kiriye. Ev siyaseta ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, li cîhanê li hemberî ti siyasetmedarek din nehatiye meşandin. Tolê ji Rêber Apo distînin. Dibêjin, çima te Kurd hişyar kirin, bi zane kirin, rêxistin kir, rakir ser piyan, Kurd çima ji bo jiyana xwe têdikoşin, me wê Kurd tune kiriban. Ji ber vê yekê Rêber Apo sûcdar dibînin û dixwazin tolê bistînin. Siyaseta ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, siyaseta li hemberî gelê Kurd tê meşandine. Xwedî derketina li Rêber Apo, azadiya wî ya fîzîkî xwestin û ji bo vê yekê têkoşîn meşandin, xwestina çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Dewleta Tirk ji ber ku dixwaze Kurdan ji holê rake, li dijî Rêber Apo siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Lewma heqîqeta Rêber Apo û Kurd, êdî bi hev ve girêdayî ye. Mirov nikare van her duyan cuda binirxîne. Yên xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin, divê pirsgirêka Kurd jî bînin rojevê. Ya rast ev e. Ji ber ku sedemê ku Rêber Apo li Îmraliyê di darbestekê de digirin, li dijî wî siyaseteke hovane dimeşînin ev e. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ev siyaset jî wê bidome. Lewma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîn bê meşandin. Ev wê pirsgirêka Kurd jî çareser bike. Divê li ser vî bingehî xebat bên meşandin.

We jî niha şopandiye, CPT’ê hevpeyvînek da ANF’ê. Mijareke balkêş derket holê. Mesele CPT li dijî pratîkên heman ên Azerbaycanê helwestekê raber dike, lê li hemberî rewşa Rêber Apo helwestekî nîşan nade. Gelo ev tê wê wateyê ku tu dikarî êşkenceyê li wî/ê bikî, tu nikarî li vî/ê bikî? Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk dewleteke endamê NATO’yê ye. Komploya Navneteweyî jî ji aliyê NATO’yê ve hate pêşxistin. Li ser navê NATO’yê hin dewletan pêşengî ji vê yekê re kirin. CPT jî saziyeke Konseya Ewropayê ye. Ewropa jî li NATO’yê ye. Dema ku Komploya Navneteweyî hate pêkanîn, her kes helwesta Ewropayê dizane. Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Massimo D’Alema sekneke cuda raber kir, lê Ewropayê ji bo komplo bi ser bikeve xebitî. CPT bi rengekê girêdayî Konseya Ewropayê dixebite. Biryarên Konseya Ewropayê esas digire. Li dijî hin dewletan weke ‘erkdarê parastina mafên mirovan’ tê pênasekirin, lê belê dema em li CPT’ê temaşe dikin bi temamî xwedî li dewleta Tirk derdikeve. Li dijî dewleta Tirk mafên mirovan, mafên gelan naparêze. Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo û gelê Kurd dimeşîne, esas digirin. Gelo wateya vê çiye?

Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Apo polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. CPT divê mafên Rêber Apo û gelê Kurd biparêze, lê belê bi dewleta Tirk re disekine. Yanî dibe amûrê siyaseta qirkirinê. Ji ber vê yekê CPT jî hevkarê vê siyasetê ye. Kesên nûneriya wijdana mirovahiyê dikin, xizmetê ji mirovahiyê re dikin, ji bo vê yekê xelat werdigirin bang li her kesê dikin, name dişînin lê dengê CPT’ê dernakeve. Ji ber ku CPT xizmetê ji dewletan re dike. Gelê me jî vê yekê dibîne. Lewma gelê me divê têkoşîna xwe hîn xurttir bike. Çiqasê bikare bi dostên xwe re vê têkoşînê xurt bike, ewqasê wê encam werbigire. Têkoşîna ku tê meşandin, rastiya hiqûqa Konseya Ewropayê û CPT’ê derxist holê. Rastiya dewleta Tirk derxist holê. Ev ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e.

DIVÊ LI GEL GERÎLA TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN

Niha li dijî dagirkeriyê şerekî pir krîtîk ê ku navenda wê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, tê meşandin. Dewleta Tirk tiştên li Cizîr, Şirnex û bajarên din ên Bakur kirî, niha jî li Başûr pêk tîne. Bi ser malan de digire, li mirovên ku li dijî wî derketine digerin. Armanca esas a van êrîşan çiye?

Di pêvajoya dawî de hin heval li qada Zapê şehîd bûn. Newal, Jiyan, Dijwar di şexsê van hevalan de ez kesên ku li dijî dagirker û qirkeran şer dikin, gelê Kurd, Kurdistanê û nirxên mirovahiyê diparêzin, hemûyan silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ev tevger, gelê Kurdistanê û mirovahî wê keda wan ji bîr neke. Ji ber ku di şert û mercên pir zehmet de, di bin bombebaran, çekên qedexekirî û kîmyewî bi lehengî têdikoşin. Ji bo xwe tiştekî naxwazin. Di bin şert û mercên pir zehmet de vî şerî dimeşînin û rojekî jî; nabêjin şert û mercên me pir zehmet in. Her kes jî dîmenên wan dibîne. Ji bo gel û Kurdistanê bi rengekî bi kelecan, keyf û xwestek wezîfeyên xwe bi cih tînin. Ewane ne tenê şehîdên PKK’ê, şehîdên gelê Kurdistanê û mirovahiyê ne. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê, têdikoşin û canê xwe didin. Heqîqeta wan ev e. Lewma gelê me û mirovahî wê ti carî wan ji bîr neke.

Dewleta Tirk niha Başûr dagir dike. Gelo kî ne vê derfetê dide wan? Malbata Barzanî. Bi piştgiriya malbata Barzanî dewleta Tirk kete Başûr. Her roja derbas dibe li Başûr xurt dibe. Niha ji Bafutayê bigirin heta Şêladizê li rêyan asfalt çêdikin. Li wan hemû bajaran bi cih bûn. Bi piştgiriya malbata Barzanî li çiyayan bi cih dibin. Desthilatdariya malbata Barzanî ji holê rabûye. Bê navber qala statuyê dikin, lê statuyek li holê nehiştine. Malbata Barzanî ev statu ji holê rakir. Her tişt xistin xizmeta dewleta Tirk. Lewma dewleta Tirk bi rehetî tevdigere. Sedemê ku bi ser gerîla de tên jî ev e. Ji ber ku gerîla li dijî dagirkerî û qirkirinê disekine. Gelê Başûr diparêze, hetta Iraqê diparêze, nirxên mirovahiyê diparêze. Dewleta Tirk a faşîst jî li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî Kurdan û Kurdistanê ye. Lewma bi temamî dixwaze Kurdistanê bi dest bixe. Yên ku ji vê yekê re dibin asteng kî ne? Rêber Apo, PKK û gerîla ye. Sedemê ku wisa bi hovane êrîşî Rêber Apo, PKK û gerîla dikin ev e. Naxwazin ti kes li pêşiya wan bisekine. Her kesê ku ji wan re dibe asteng, weke dijmin dibînin û dixwazin ji holê rakin.

Bi vê wesîleyê ez bang li her Kurd, demokrat, sosyalîst, welatparêz, kesê xwedî şeref, kesê demokrasî û azadiyê armanc dike, mirovên dilsozê nirxên Kurd dikim; divê heqîqetê bibînin. Divê xwedî li gerîla û têkoşîna gerîla derbikevin. Divê tenê piştgirî nedin, divê bi gerîla re jî bisekinin. Divê xwedî li têkoşîn, nirxên xwe û xwe derbikevin. Tişta ku ji gelê me û mirovahiyê tê xwestin ev e. Ji ber ku di bin şert û mercên pir zehmet de, têkoşîneke bê hempa tê meşandin. Lehengî û fedekariyên mezin tê raberkirin. Di destê wan de îrade, bawerî û çeka wan heye. Birsî û bêav bi rojane têdikoşin. Fedekariyeke mezin dikin. Lewma divê her kes vê heqîqetê bibîne û xwedî lê derkeve. Divê her cure derfetên xwe bi kar bînin û li gel gerîla têkoşînê bimeşînin. Wê demê gerîla wê li dijî dagirkeriyê hîn zêdetir têbikoşe. Banga min ji ciwanên Kurd re heye; divê tevlî gerîla bibin. Divê di têkoşîna li dijî dagirker û qirkeran de pêşengiyê ji gel re bikin. Di nava gel de hin nerehetî hene, lê belê pirsgirêka pêşengiyê heye. Divê ciwanên Kurd pêşengiyê bikin. Divê bi vî rengî gelê Kurdistanê rake ser piyan ku gel bi gerîla re li dijî dagirkeriyê bisekine. Tişta ji ciwanan tê xwestin ev e.

Li aliyekî hêzeke ku mirina serbazekî ku 20 salan xebitî ye radigîhîne, li aliyê din jî hêzeke ku bi derfetên dilnizm û bi rengekî fedayî şer dike. ÎHA-SÎHA’yên ku dijmin pir bawerî pê tîne, her roj bi rengekî rutîn ji aliyê gerîla ve tên xistin. Gelo ji bo fêmkirina vî şerî, pirsgirêkek heye?

Niha şerê cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Li dijî Tevgera me konsepteke navneteweyî tê meşandin. Dewleta Tirk dixwaze van bixe bin xizmeta xwe. Bi vî rengî dixwaze bigihije amranca xwe. Armanca wî çiye? Tunekirina PKK’ê û temamkirina qirkirina Kurd. Ji ber ku hingî PKK’ê ji holê nerakin, ne pêkane ku qirkirina Kurd temam bikin. Lewma dewleta Tirk şerê cîhanê yê 3’yemîn weke firsend dibîne, ji bo vê jî gelek xebat meşand. Lê belê dît ku ev netêrker e, lewma xwest li Rojhilata Navîn konsepteke nû pêş bixe. Hewl dide van her du konseptan bi kar bîne û bigihije armanca xwe. Weke tê zanîn li dijî gelê Kurd hin sazî pêş ketibûn. Lê belê li Îranê dema şoreşa Îslamê çêbû, dema Şah ket saziyên li dijî Kurdan jî têk çûn. Kurdan ji vê rewşê sûd wergirt. Dewleta Tirk car din dixwaze bi dewletên dagirker re saziyên bi vî rengî ava bike. Alîkariya muhafazakarên herêmê jî werdigire hem bi konsepta Rojhilata Navîn, hem jî bi konsepta navneteweyî dixwazin armancên xwe yên di şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi dest bixin. Lewma bi Sûriye, Iraq û gelek hêzan re peywendî pêş dixin.

Ji dema avabûna tevgera me û vir ve, dewleta Tirk di armancên xwe de israr kir. Armanca wî çibû? Li ser navê Kurd-Kurdistanê tevgereke azadiyê pêş nekeve. Eger pêş bikeve jî divê ji holê bê rakirin. Jixwe ji bo qirkirina Kurd gelek gav avêtibûn, niha jî dixwazin temam bikin. Di armanca wan de guhertinek nîne. Yek qanûna wan heye; ew jî tu li dijî Kurdan çi bikî bike heq e. Niha hemû derfetên xwe yên li hundir û jiderve ji bo vê yekê bi kar tînin. Malbata Barzanî di her warî de xizmetê ji vê yekê re dike. Her kes vê yekê dibîne. Çiqasê xizmetê bikin jî, gerîla jî li gorî derfetên xwe derbeyê lê dixe. Dewleta Tirk jixwe hemû derbeyên ku dixwe, eşkere nake. Ji malbatan; eger zarokên wan, hevserên wan, yan jî xizmên wan di şer de mirin, ji bo daxuyaniyê nedin çapemeniyê îmze wergirtine. Lewma gelek kesên di şer de hatine kuştin, diveşêrin. Hetta ji bo ku malbatên wan nebihîzin, bi rengekî cuda agahî didin. Dibêjin, qeza çêbû, yan xwe kuştin. Mesele serbazek hate kuştin, neçar man eşkere bikin. Yan ew jî eşkere nedikirin. Yanî şerekî pir qirêj tê meşandin. Timî daxuyani didin ku gerîla şehîd bûne, gelek hejmar jî tê dayîn. Mesele dema hevalek şehîd dibe, dibêjin me 20 gerîla kuştin. Şerekî psîkolojîk û taybet tê meşandin. Di vê mijarê de pispor in.

Bi salane şer li dijî PKK’ê û gelê Kurd meşandin. Niha jî dimeşînin. Barzaniyan jî li ser vî bingehî perwerde dikin. Malbata Barzanî jî, çapemeniya wê jî bi temamî teqlîda Tirkiyeyê dikin. Dewleta Tirk çawa ku heta niha nûçeyên derew çêkiribin, ew jî niha heman tiştê dikin. Dewleta Tirk niha şerê taybet û psîkolojîk aniye Başûr. Herî dawî gotin sûkên Kerkûk û Hewlêrê, PKK’ê şewitandin. Dereweke evqas mezin kirin. Tenê derew nakin, hin ji wan bi pereyên pir mezin difiroşin. Têkildarî vê yekê jî me hin tişt bihîstine. Mesela; îstixbaratên li Mûsil, Kerkûk û Şengalê bi temamî di bin kontrola Parastin-MÎT’ê de ne. Ewane çi bêjin, Parastin-MÎT jî rapor dikin. Di hemû raporan de ev heye; em ê çawa PKK’ê ji bo Iraqê weke xeteriyeke mezin nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk û Barzanî mîna xwe dixwazin Iraqê jî li dijî PKK’ê bixin nav liv û tevgerê. Hetta ji bo ku YNK’ê jî bi vî rengî bixin nav liv û tevgerê, derewan dikin, zextê çêdikin û pere belav dikin. Şerê taybet û psîkolojîk li Başûr bi rengekî pir xurt tê meşandin. Dema em li çapemeniya Tirk û ya Barzanî dinêrin, bi temamî şerekî taybet û psîkolojîk dimeşînin. Mejiyê mirovan tevilhev dikin, çi raste, çi şaşe ti kes fêm nake. Şer li ser vî bingehî tê meşandin.

EGER PIŞTGIRIYA MALBATA BARZANÎ NEBÛYA, DEWLETA TIRK NEDIKARÎ BIKEVE BAŞÛR

Gelê me, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, jin, kal, ciwan, zarok û hemû civaka Kurdistanê divê rastiya malbata Barzanî baş fêm bikin. Eger ev heqîqet baş neyê fêmkirin, gelê Kurd wê zirareke mezin bibîne. Hin kes difikirin ku malbata Barzanî ji bo Kurdan xizmetê dike, lewma deng nakin. Dibe hin kes dibînin ku bi dewleta Tirk re di nava hevkariyeke çawa de ne, lê belê li dijî vê yekê helwesteke xurt raber nakin. Sedemê wê çiye, em jî baş nizanin. Dibe Barzaniyan ji bo ku deng dernexin, pere dabin hin kesan, hinekên din jî li ser heman xetê ne. Eger li dijî vê xiyanet û hevkariyê dernekevin, eger ji bo welatê xwe û gelê xwe wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih neyînin, li dijî vê nesekinin wê bikevin nav guneheke mezin. Wê nekarin ji bin vê yekê rabin. Gelê Kurd û dîrok wê wan mehkûm bike. Wê bibin lekeya rû ya gelê Kurd.

Li Bakur binêrin çi bi serê Kurdan tînin. Li Agiriyê hin ciwan ji ber ku stranên Kurdî gotin û govend gerandin, hatin girtin. Li Mêrsînê ji ber govendê hatin girtin. Eşkere ye ku yên bi vê dewletê re hevkariyê dikin, xizmetê ji Kurdan re nakin. Ti kesê heta niha nebihîstiye ku malbata Barzanî li dijî dewleta Tirk rabûye. Bi temamî li dijî PKK’ê ne. Em ê PKK’ê çawa reş bikin û ji holê rakin, li ser vî bingehî dixebitin. Yanî malbata Barzanî û dewleta Tirk ji bo tunekirina PKK’ê, biryarek hevpar daye. Her tiştê ji bo malbatên xwe dikin, ne ji bo gelê Kurd. Eger xwestiban tiştekê ji bo gelê Kurd bikin, wê bi dewleta Tirk re hevkarî nekiriban. Wê li dijî dewleta Tirk derketiban. Eger hevkarî nekiriban, dewleta Tirk wê bikarîba li Başûr gaveke wiha avêtiba? Ne pêkan e. Wê bikarîba bi tank, top û helîkopterên xwe ketiba nav Başûr? Bi piştgiriya Barzaniyan, dewleta Tirk van hemûyan dike. Bi piştgiriya wan dewleta Tirk ciwanên Kurd qetil dike, xwezaya Kurdistanê talan dike. Ew hevkarê dewleta Tirk in.

Em li dîroka wan binêrin; her tim bi dewletên dagirker re bûne yek û êrîşî Kurdan kirine. Li Rojava û Başûr tişta ku dikin ev e. Divê rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Kurd behsa vê xiyanetê bikin. Li Kurdistanê niha du xet hene; xeta xiyanet û welatparêziyê. Wezîfeya her welatparêzî ew e ku li ser xeta welatparêziyê li dijî xiyanetê bisekine. Wisa nikarin temaşe bikin, nikarin bêjin di navbera hêzên Kurd de, di navbera PKK û PDK’ê de şer heye. Di navbera PKK û PDK’ê de şer nîne. Di navbera PKK û dagirkeran û xiyanetkaran de şer heye. Rastî ev e. Tişta ji welatparêzan tê xwestin, ew e ku wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bînin.

Yên ku ev rewş dîtine jî hene. Nêzîkî 100 eşîrên Iraqî û Ereb li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bertekên xwe nîşan dan û daxuyanî dan. Li Başûr û Bakur jî gelek eşîr hene. Hûn dixwazin ji wan re çi bibêjin?

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk hin daxuyanî tên dayîn, ez kesên van daxuyaniyan didin silav dikim û ji wan re rêzê digirim. Ya ku dikin tiştekî girîng e lê belê kêm e û ne birêxistinkirî ye. Ev xebat tim nayên kirin. Hin daxuyaniyan didin û difikirin ku wan erka xwe bi cih aniye. Lê belê divê bes girêdayî daxuyaniyan tevnegerin, divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk sazî werin avakirin. Dagirkeriya dewleta Tirk ne bi tenê ji bo Iraqê di heman demê de ji bo Başûr jî talûkeyeke mezin e. Li hemberî vê dagirkeriyê divê bi awayekeî birêxistinkirî têkoşîn were meşandin. Têkildarî Iraq û Başûr talûkeyên pir mezin hene. Lê binêrin li Kerkûkê hilbijartin pêk hatin, diviyabû waliyekî Kurd bihata hilbijartin lê belê ev çend meh in hê jî ne diyar e bê ka wê kî bibe walî. Kî li pêşiya vê yekê dibe asteng? Malbata Barzanî. Li gel Tirkmen û Erebên di bin xizmeta dewleta Tirk de dibin asteng ku waliyekî Kurd were hilbijartin.

BAŞ E EV YEK JI BER ÇI YE, MA LI KERKÛKÊ GERÎLA HENE?

Her kes dizane ku li wir gerîla tune ne. Mijar ne ew e. Mirov hinekî bifikire wê bizanibe ku ji ber çi ye. Iraq û Tirkiyeyê tifaqek ava kirin. Bi vê tifaqê dewleta Iraqê ji dewleta Tirk û Barzaniyan re xizmeteke mezin kir. Çimkî dagirkeriya dewleta Tirk meşrû kirin. Qebûl kir. Dîsa di encama xiyaneta Barzaniyan ya li hemberî Kurd û Iraqiyan de hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk qanûnî kir. Dibêjin ez hikûmet im lê belê hikûmeteke bi vî rengî nikare Iraqê temsîl bike. Dewletek cuda tê, xaka wan dagir dike û vê yekê qebûl dikin. Wateyeke vê heye. Dîsa malbata Barzanî jî dibêje ku ez hikûmet im, ez statuyê diparêzim lê belê berê dewleta Tirk da Başûr û gelek bajarên Başûr teslîmî dewleta Tirk kirin. Ev hikûmeteke çawa ye û parastineke çawa ye? Jixwe li holê hikûmetek tune ye, statu jî nema. PDK’ê bi anîna dewleta Tirk ev yek ji holê rakir. Iraqê jî ev yek qebûl kir. Tiştekî ji vê xirabtir tune ye. Dema DAÎŞ li Iraq û Başûr talûkeyeke mezin ava kir, PKK li dijî wê derket. Wê demê dewleta Tirk jî piştevaniya DAÎŞ’ê dikir.

Serokwezîrê berê yê Iraqê got; ‘PKK tevgereke însanî ye, parastina xak û gelê me kir, em ji bo vê yekê spasiya PKK’ê dikin.’ Niha jî hikûmet jî derketiye û dibêje PKK li Iraqê qedexe ye. Çimkî dewleta Tirk û Iraq vê yekê dixwazin. Em ji vê yekî jî fêm dikin ku; Iraqê çima biryareke bi vî rengî girtiye û kî ev biryar daye qebûlkirin. Ez nabêjim dewleta Iraqê lê belê hikûmeta Iraqê xizmeta dewleta Tirk dike. Dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta Barzaniyan qanûnî dike. Divê gelên Iraq û Başûr vê yekê bibînin û xwedî li welat, nirx, ax û pêşeroja xwe derkevin. Dewleta Tirk bi awayekî eşkere dixweze Osamaniya nû ava bike. Nêzîktirîn hedefên wan jî Iraq û Sûriye ne. Di vê çarçoveyê de dagirkerî pêş xistin. Li ber çavan e ku kî ji Iraq û Başûr re dijmintiyê dike û kî dostaniyê dike. Dewleta Tirk li gel Barzaniyan Iraqê perçe perçe dike û li dijî vê yekê jî gerîla parastina Iraq û Başûr dike. Di rewşeke wiha de hikûmeta Iraqê çawa PKK’ê qedexe dike? Ev yek xizmeta dewleta Tirk e.

Bi vê wesîleyê ez dixwazin hikûmeta Iraqê hişyar bikim; Nebin pêlîstoka dewleta Tirk, ji siyaseta qirkirinê re xizmetê nekin. Ev yek wê zirareke mezin bide wan. Dibe ku niha dewleta Tirk ji wan re dibêje ku ez ê ceyranê bidim Mûsil û Kerkûkê, ez ê petrola we li ser Tirkiyeyê belavî cîhanê bikim, ez ê ji bo Ewropayê rêya korfezê vekim û di warê aboriyê de ez ê we dewlemend bikim. Bi vî awayî siyaseta xwe bi hikûmeta Iraqê dide qebûlkirin. Ev deq û dolabeke dewleta Tirk e. Divê hikûmeta Iraqê li hemberî vê yekê baldar be. Bi vê wesîleyê ez bang li kesên ku li dijî vê tifaqê ne dikim ku bila bertekên xwe bes bi daxuyaniyan re sînordar nekin. Madem li gorî we jî ev tifaq zirare mezin dide, wê demê divê hûn li hemberî vê yekê derkevin. Divê hûn dagirkeran ji welatê xwe derxînin. Wê demê em ê bibêjin ku erê daxuyanî rast in. Heya ku wiha nebe, bertek bes wê di gotinê de bimînin û qîmeteke van jî nabe.

ARMANCA ERDOGAN DAGIRKIRIN Û BIDESTXISTINA SÛRIYEYÊ YE

Di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê bi awayekî veşartî hevdîtin pêk tên. Di van hevdîtinan de derket holê ku Erdogan xwestiye bi Esad re hevdîtinê pêk bîne. Destpêkê digot; ‘’Birayê min Esad, piştre kujer Esad û niha jî em dikarin bi Birêz Esad re dubare bibin dost.’’ Sedema siyaseta Erdogan ya guherbar çi ye û ji ber çi ev qasî zêde dixwaze bi Esad re hevdîtinê pêk bîne?

Weke tê zanîn Erdogan, dixwest Sûriyeyê biguherîne. Yanî wê rejîma Sûriyeyê, desthilatdarî hilweşiya û wê li wir desthilatdariyeke nêzî Tirkiyeyê bihata hilbijartin. Bi vî awayî wê Sûriye bixistana di xizmeta Tirkiyeyê de. Ev yek bi awayekî eşkere anîn ziman. Ji bo vê yekê jî gelekî xebitîn. Sûriye xirab kirin, gelê wê kirin penaber, bi milyonan welatiyan terka xaka xwe kirin, li Sûriyeyê aborî têk çû û gel û civak hate perîşankirin. Ji Sûriyeyê tol standin. Gelek çete ava û perwerde kirin û a niha jî li gelek welatan wan çeteyan bi kar tînin. Dîsa hem li Sûriyeyê hem jî li derveyî Sûriyeyê gelek qirkirin pêk anîn. Bi milyonan însan penaber kirin û bi gotina em ê van bişînin Ewropayê Ewropa tirsandin. Hem ji Ewropayê pere standinû hem jî ji bo ku Ewropa li hemberî siyaseta wan a li dijî gelê Kurd dengê xwe nekin, ew penaber bi kar anîn. Weke; ‘yan hûn ê piştevaniya min bikin, ez çi bi gelê Kurd bikim jî hûn dengê xwe nakin yan jî yên ji Sûriyeyê hatine ez ê bişînim Ewropayê’ gef li Ewropayê xwar. Ji ber vê yekê Ewropa dengê xwe nake.

Însanên ku ji Sûriyeyê çûn ji bo ku xizmeta Tirkiyeyê bikin, hatin bikaranîn û bi erzanî hatin xebitandin û sermayeya Tirkiyeyê ev însan bi kar anîn. Dîsa gelek kes kirin sîxurên xwe. Yanî bi awayekî zanebûnî berê milyonan Sûriyeyiyan dan Tirkiyeyê û di vê çarçoveyê de bi kar anîn. Lê belêa niha yên ku ji Sûriyeyê çûne Tirkiyeyê ji wan re bûne barekî mezin. Dixwazin ji vê yekê xwe xilas bikin û li ser vê mijarê kar dikin. Hewl didin ku bingeha vê yekê ava bikin. Çawa ku di bûyerên 7-8 Cotmehê de Rûm qetil kirin, malên wan xesp kirin, xaniyên wan talan kirin di mehên borî de heman tişt anîn serê Sûriyeyiyan. Insan qetil kirin, mal û dikanên wan talan kirin û dest danîn ser mal û milkên wan. Çima? Çimkî ji bo çûna wan bingeh tê avakirin. Ji bo ku wan bişînin jî li Rojava dagirkeriyeke nû dan destpêkirin. Dixwazin kes li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan nedin û bibêjim ku baş dikin bila Sûriyeyiyan bişînin ku en ji vî barî xilas bibin. Bi vî awayî peyamakê jî didin Ewropayê. Peyama; ‘Lê binêrin ez dixwazim vî barî ji we dûrdir bixim, ez dixwazim wan bişînim Rojava; Ji ber wê yekê jî divê ez Rojava dagir bikim û vê yekê qebûl bikin’ dide.

Ji gelên Tirkiyeyê re jî peyama; ‘Ez dixwazim we ji vî barî xilas bikim, ez ê wan bişînim Sûriyeyê, ji bo vê yekê jî divê ez li Rojava hin deveran bi dest bixim û Sûriyeyiyan li wir bi cih bikim, bes bi vî awayî hûn dikarin jê xilas bibin’ dide. Dixwaze bingeha dagirkeriyê bi vî rengî amade bike. Siyaseta wan a li ser Sûriyeyê bi ser neket û têk çû. Vê yekê ne tenê em, li Tirkiyeyê gelek kes jî dibêjin. Tew gelek li dijî vê siyasetê disekinin û dibêjin ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêngavên şaş avêtin, li Efrîn û deverên din tehrîbatên mezin pêk anîn. Bi awayekî eşkere dibêjin ku demografî guhertin, erdnigarî xirab kirin û derfetên heyî talan kirin. Ev yek rast in. Yanî siyaseta wan bi ser neket. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku Erdogan dev ji vê siyaseta xwe berdaye. Di siyaseta xwe ya heya niha de guhertinên taktîkî pêk tîne. Dibêje ku ez dixwazim pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bikim, beriya niha me bi malbatî hevdîtin pêk dianî û em dikarin a niha jî hev bibînin. Bi vî awayî dixwaze çeteyên xwe li Sûriyeyê bi cih bike û Sûriyeyê bi dest bixe. Û dibêje ku tekane şertê min heye ku ew jî divê Sûriye statûya Kurdan qebûl neke û wan ji holê rake.

Lê belê wan bi xwe ji Girê Spî heya Efrîn û Serêkaniyê gelek dever dagir kiriye. Destpêkê divê ji wir derkevin. Ya rast ev e. Tirkiye ne di wê rewşê de ye ku şertên xwe bîne ziman. Divê dewleta Tirk ji xakên Sûriyeyê derkeve, ma ger derkekeve wê çawa hevdîtinan pêk bînin? Wê demê tu wateya Sûriyeyê namîne û Sûriye bi xwe jî namîne. Ê ku ev yek anî serê Sûriyeyê û Sûriye xist vê rewşê Erdogan bi xwe ye. Li gorî min Sûriye bi xwe jî vê yekê baş dizane. Guhertina siyaseta kevin nayê wê wateyê ku Erdoganî dev ji armancên xwe berdaye. Di taktîka xwe de encamek bi dest nexist û bi pêşxistina taktîkeke nû dixwaze xwe bigihîne armanca xwe. Armanca wî jî bidestxistina Sûriyeyê û kirina di bin xizmeta Tirkiyeyê de ye. Vê siyasetê bi rê ve dibin.

Şoreşa Rojava ket sala xwe ya 13’an. Lê belê hem ji hundir hem li derve tengasî hene. Rêveberiya Rojava jî axivî, ji bo çareseriya pirsgirêkan şert û merc ragihandin. Hûn pêşeroja Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û weke giştî pêşeroja Sûriyeyê, çawa dibînin? Çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin?

Destpêkê gelê me yê Rojava, dîsa Ereb, Ermenî, Suranî, Çerkes, Tirkmen ên ku li Rojava bi gelê Kurd re dijîn, yanî hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim, hurmetê xwe nîşan didim. Şoreşa Rojava jî silav dikim. Şoreşa Rojava şoreşeke mezin e. Li Rojhilata navîn bandorên wê yên mezin çêbûn, wê çêbe jî. Gelek guhertin hatin kirin. Bi taybetî jinan ji şoreşê pêşengî kirin, vê yekê bandor li ser hemû civaka Rojhilata Navîn kir û guhertin afirand. Hem di zihniyet, hem jî di jiyanê de. Guhertineke demokratîk pêş ket. Ji bo pêkanîna vê şoreşê, kedên mezin ên Rêber Apo hene. Ji ber ku bi salan li Rojava xebat meşand û li ser bingehê vê xebatê şoreş pêk hat. Niha hem li hundir, hem jî li derve ji bo vê şoreşê xeterî hene. Em nikarin bêjin şoreş êdî bi temamî dikare xwe biparêze. Ji ber ku temam di qada siyasî de şoreş pêk hat, lê belê di warê çandî de hîna temam nebûye. Eger şoreşek di warê çandî û civakî de temam nebe, ew şoreş her tim di xeteriyê de ye. Di vê qadê de jî ji bo parastina şoreşê, ji bo mayîndekirina şoreşê jî xebat tên meşandin.

Dewleta Tirk ji ber ku dijminê Kurdan e, dixwaze vê şoreşê têk bibe. Ji bo vê yekê jî dîsa dixwaze ji Barzaniyan sûd werbigire. Dixwaze bi destê Barzaniyan derbeyê li şoreşê bixe. Di rojên borî de Hakan Fîdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de wiha dibêje, ‘PKK’ê Iraq ji her alî ve dorpêç kiriye, em dixwazin iraqê ji vê yekê rizgar bikin û ji bo vê yekê xebat bimeşînin.’ Dîsa ji bo Sûriyeyê jî wiha got, ‘yên li Rojava dest danîne ser petrolê, em ê vê petrolê ji wan bistînin û bixin bin xizmeta Sûriyeyê. Ji bo vê jî em bi biryar in.’ Hewl didin nîşan bidin ku bi temamî ji bo Sûriye û Iraqê dixebitin, ji bo Tirkiyeyê tiştekî nakin. Evîndarê gelên Sûriye û Iraqê ne! Hemû derfetên xwe yên madî û manewî pêşkêşî xizmeta van her du gelan kirine, ji bo xwe tiştekî naxwazin! Ji bo vê yekê leşkerên xwe didin kuştin! Yanî wê bi vê yekê kê bixapînin. Nikarin ti kesê bixapînin, armanc ew e ku her kesê bixapînin. Dixwazin Osmaniya nû li Sûriye û Iraqê pêk bînin û bi vî rengî armanc dikin ku li Rojhilata Navîn hikûm ava bikin. Lewma xwe mîna melek nîşan didin. Ev rastiya dewleta Tirk nîşan dide û dîsa nîşan dide ku di şerê taybet û psîkolojîk de çiqasê xurt in. Nîşan didin ku çawa derew dikin, çawa şantajê dikin, çawa dixapînin û çawa dixwazin bigihijin armancên xwe. Divê hem Iraq, hem jî gelê Sûriyeyê têkildarî vê yekê baldar be.

Yên Şoreşa Rojava pêk anîn tama azadiyê wergirtine, lewma wê xwedî li xwe û şoreşa xwe derbikevin. Divê xwedî jî derkevin. Divê ti carî guh nedin derdor. Divê bi derfet û têkoşîna xwe şoreşê pêş bixin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan jî, bi Sûriyeyê re diyalogê çêbikin. Eger rejîma Sûriyeyê nêzî çareseriyê nebe, divê rêyên cuda jî biceribînin. Gelek rê hene. Ne mehkûmê rêyekê tenê ne, mehkûmên azadî û demokrasiyê ne. Eger xwe pir baş amade bikin, têkîliyên bi gelan re ava kirine hîn xurttir bikin, pir baş xwe rêxistin bikin wê bikarin li dijî her tiştê bisekinin. Xaleke din jî pêşwazîkirina daxwazên dewleta Tirk, wê çi sûdê nede Sûriyeyê. Daxwazên dewleta Tirk li holê ne û heta îro li Sûriyeyê çi kiriba, wê ji vir û şûnde jî bike. Evane dawiya Sûriyeyê tînin. Sûriye divê ne li gorî dewleta Tirk, divê li gorî daxwazên gelên Sûriyeyê tevbigere. Eger daxwazên dewleta Tirk qebûl bike, dijminatiya Kurdan bike, wê xizmetê ji dewleta Tirk re bike. Erdogan bi salane Sûriyeyê talan dike û armancên xwe yên pêk neanî, bi vî rengî wê pêk bîne.

Didome…