Li Hesekê û Tirbespiyê şehîd bi bîr anîn

Li Hesekê û Tirbespiyê şehîdên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmeh hatin bibîranîn.

30 tîrmeh 2024   14:28
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê merasîma bîranîna 328 şehîdên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê li dar xist. Ji şehîdên hatine bibîranîn 78 şehîd ji bajarê Serêkaniyê ne.

Merasîm bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û hêzên leşkerî li Hola Serdem a li taxa Mişêrfê hat lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Ebdullah di merasîmê de axivî û sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û got: "Em şehîdên ku ji bo jiyaneke hevbeş, ewle û aştî canê xwe feda kirine, bi bîr tînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî got dê xeta şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.

Di dawiyê de wêneyên 328 şehîdan bi rêya sînevevîzyonekê hatin nîşandan.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Tirbespiyê ji bo 45 şoreşgerên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne, merasîmek li hola PYD’ê li dar xist.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Etiya Hesen bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Em deynkarên şehîdan û Rêber Abdulhan Ocalan in ku bi fikr û felsefeya xwe rêya azadiyê nîşanî me kir."

Etiya Hesen heta pêkanîna armancên şehîdan soza domandina têkoşînê da.

Piştre sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê nirxên şehadetê de hat nîşandan.

Merasîm bi bezkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA