Hemas: Îsmaîl Heniye li Tehranê hate kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku Îsmaîl Heniye li Tehranê hate kuştin.

Hemas: Îsmaîl Heniye li Tehranê hate kuştin
31 tîrmeh 2024   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku Îsmaîl Heniye li paytexta Îran Tehranê hatiye kuştin.

Tevgerê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û aşkera kir ku Heniye di "êrişeke Îsraîlê de li dijî avahiya lê dima li Tehranê" hatiye kuştin.

Pasdarên Îranê ragihandibû ku rêveber tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye û parêzvanekî wî li Tehranê hatine kuştine.

Pasdarên Îranê têkildarî mijarê daxuyaniyek li malpera xwe parve kiribû û gotibû: "Avahiya serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye lê dima li Tehranê hate topbarankirin. Di encamê de Heniye û parêzvanekî wî şehîd bûne."

Heniye sêşemê gihaştibû Tehranê ji bo ku tev li merasîma erkdarkirina serokê nû Mesûd Pizîşkiyan bibe. Di wê serdanê de bi Pizîşkiyan û Ayatullah Alî Xamînaî re civiyabû.

Televizyona El Eqsa ya girêdayî tevgera Hemasê daxuyaniya endamê nivîsgeha tevgera Hemasê Mûsa Ebû Merzûq parve kir ku "kuştina Heniye, kiryarek tirsonek e û dê bê bersiv nemîne".

(şx)