Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê civînek li dar xist
Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê der barê siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker de civînek li dar xist.
Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Minbicê re civiya. Civîn li Minbicê bi mijara çavnebariyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û komployên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê hat lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed Şeban bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê û got: "Dewleta Tirk a dagirker sûd ji aloziya Sûriyeyê wergirt da ku planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Dewleta dagirker di pêkanîna plan û siyasetên xwe de israr dike. Lê divê gelên herêmê ji komployên wê hişyar bikin û li dijî êrişên wê têkoşînê geş bike."
Endamê Meclisa Minbicê ya Kantona Minbicê Îmad El Yûsif jî bal kişand ser girîngiya perwerde û fêkirin û wekî hêmanê sereke yê pêşxistina civakan wesifand. El Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirekr bi rêya hedefkirina dibistanan û ciwanan nezanî û cahiliyetê ferz bike.
Di civînê de endamê Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed Abidîn destnîşan kir ku dewleta Tirk li gel êrişên leşkerî û pêkanîna sûcan şerekî taybet dimeşîne da ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike û di encamê de planên xwe bi hêsanî pêk bîne.
Di dawiyê de beşdaran ji bo çareserkirina aloziyê, diyalogên navxweyî wek çareseriya yekane nîşan da.
(bb)
ANHA