Ji stasyona Hilêliyê dest bi berdana avê hat kirin

Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Cizîrê ragihand ku xeta sereke ya li stasyona ava Hilêliyê hat tamîrkirin û av hat berdan.

Ji stasyona Hilêliyê dest bi berdana avê hat kirin
31 tîrmeh 2024   23:45
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiya Herêmî diyar kir ku tîmên tamîrkirinê xeta sereke ya bi eşkêla 500 font tamîr kir û ava hat berdan.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Şaredariya Qamişlo îro ragihandibû ku stasyona ava vexwarinê ya Hilêliyê ya rojavayê Qamişlo ji ber pirsgirêkekê ji xizmetê derketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku stasyona avê ya Hilêliyê yek ji stasyonên herî mezin ku ava vexwarinê ji şêniyên Qamişloyê re peyda dike. Ev stasyon avê ji 51 bîrên rojavayê bajêr dikişîne û li bajêr belav dike.

(mh)