400 şervan tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn
400 şervan piştî ku dewreya perwerdeyê qedand, tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn.
Li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê dewreya 400 şervanan bi dawî bû.
Dewreyê 45 rojan dom kir. Ji bo 400 şervanan, Hêzên Erka Xweparastinê merasîmek li dar xist. Şervanên nû, fermandarên hêzê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û malbatên şervanan di merasîmê de hazir bûn.
Endamê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Hêzên Erka Xweparastinê Hazim Idrîs di merasîmê de axivî û hewldanên şervanan silav kirin.
Hazim Idrîs destnîşan kir ku erka parastina herêmê, ya her kesî ye û teqezî bi girîngiya pêkanîna perspektîfên leşkerî kir.
Dûre şervanan toreneke leşkerî li dar xist û li pêşiya beşdaran sonda leşkerî xwar.
(şx)
ANHA