Endamên HPC’ê hatin xelatkirin
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hêzên Parastina Civakî (HPC, HPC-Jin) xelat kirin. Talet Yunis di merasîma xelatkirinê de axivî û got “Ev hewldan berhema giyanê şoreşgerî ya ji bo parastina gelê me ji gefan û xetereyan e.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo xelatkirina Hêzên Parastina Civakê (HPC, HPC-Jin) şahiyek li Navenda Çand û Hunerî ya Serdem a li bajarê Hesekê li dar xist.
HPC û HPC-Jin ji bo parastina zeviyên çandiniyê îsal gelek kar û xebat kirin. 24 saetan dewre li dar xistin.
Di merasîmê de endamên hêzê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê hazir bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talet Yunis axivî û HPC, HPC-Jin û hewldanên wan ji bo parastina mewsima çandiniyê silav kir. Yunis destnîşan kir ku hêzê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve, ewlehiya herêmê diparêze.
Yunis wiha domand: "Ev hewldan, berhema giyanê şoreşgerî ya ji bo parastina gelê me ji xetereyan û gefên dijminên biratiya gelan û projeya demokratîk e.”
Yunis diyar kir ku gef li ser mewsima çandiniyê hebû û wiha domand: "Bi saya HPC, HPC-Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, me mewsima çandiniyê parast û zirar gelek kêm bûn. Em spasiya we dikin."
Yunis diyar kir ku pergala parastina civakî, bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û ev li gotinên xwe zêde kir: "We bi rêxistinbûyîna xwe, giyanê parastina cewherî rave kir. Me bi rêya wê komployên li dijî herêmê û rêveberiya me ya xweser têk birin.”
Talet Yunis destnîşan kir ku civakên birêxistinkirî û hevgirtî ne pêkan e têk biçin û got: “Divê em pergala parastinê xurttir bikin. Divê em wê pergalê û yekitiya di navbera pêkhateyan de pêş bixin.”
Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, endamên HPC û HPC-Jin xelat kirin.
(şx)
ANHA