Dewleta Tirk 600 kesên din li Girê Spî bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker di Tîrmehê de 600 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxistin û şandin bajarê Girê Spî yê dagirkirî.

Dewleta Tirk 600 kesên din li Girê Spî bi cih kirin
31 tîrmeh 2024   12:32
EYN ÎSA

Çavkaniyan ji deriyê sînor ê bajarê Girê Spî yê dagirkirî, aşkera kir ku desthilata Tirk a dagirker 600 penaberên sûriyeyî radestî çeteyên xwe yên "Polîsên Leşkerî" kirine da ku wan di malên koçberan de bi cih bikin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji sedî 70`yê penaberan di 10 rojên pêşîn ên Tîrmehê de hemwextî xwepêşandanên li dijî bûyerên nîjadperest ên li bajarê Kayseriyê li dijî penaberên sûriyeyî û normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, ji Tirkiyeyê hatine derxistin.

Bi vê daneyê re hejmara penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin, gihaşt 36 hezar û 400’î. Her wiha hate zanîn ku 72 iraqî jî li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin.

(şx)