‘Em deydarên Rêber Ocalan in û ji bo wî em ê li qadên têkoşînê bin’
Şêniyên Tirbespiyê got ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û ji bo azadiya wî ya fîzîkî dê li qadên têkoşînê bin.
![‘Em deydarên Rêber Ocalan in û ji bo wî em ê li qadên têkoşînê bin’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66aa882b55cfc.jpg)
Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e, li ser tevahî gelan e û got dê heta azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.
Welatiya bi navê Xerma Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her çi qas li ser tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan bidomîne, wê nikaribe gelê xwedî lê derketiye bê îrade bihêle û got, dê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
Xerma Elî tecrîd bi tundî şeremzar kir û da zanîn ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê derbeyan dixwe, lew ra tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan zêde dike. Xerma got: "Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin em ê heta dawiyê li pey Rêber Abdullah Ocalan bin."
Xerma Elî bang li saziyên mafên mirovan û tevahî gelan kir ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin û daxwaze azadiya wî bikin.
Evîn Şêxmûs jî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse.
Evîn diyar ku wek jin deyndarê Rêber Abdullah Ocalan in û ev li axaftinên xwe zêde kir: “ Rêbertî em ji zulmê xilas kir û em azad kirin. Em jin dê her wext li qadên berxwedanê bin heya Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."
Şêniyê bi navê Ubêd Ehmed diyar kir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxandin û wiha got: "26 e rêberê me girtî ye. Em tu agahiyekê jê nagirin. Kanîn ew in dibêjin saziyên mafên mirovan in? Kesek mîna Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e ne di zindanê de be. Heta ku Rêberê azad nebe em xwe azad nabînin, ez bang li her kesî dikim li azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwedî derkevin. “
(bb)
ANHA