Al-Elbeyt dijî dagirkerî û hevkariyê bang aliyên Iraq û Suriyeyê kir

Meclîsa Şûra ya Rabîta Al-Elbeyt a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê destnîşan kir ku Erdogan û dewleta Tirk, beramberî nirxên ola Îslamê munafiq û tawanbarên mezinin, lewma li dijî zilma dewleta Tirk û rejîma Erdogan-Baxçelî, di refên gelê Kurd de cîhgirtin fermanek olî ye. Meclisê bal kişand ku hinek hêzên Kurd ên bi dewleta Tirk re kar dikin jî sedemên xirabkirina aramiya Iraqê ne û bang li hemû aliyên Iraqê kir ku bi wan neyên xapandin.

Al-Elbeyt dijî dagirkerî û hevkariyê bang aliyên Iraq û Suriyeyê kir
31 tîrmeh 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Şûra ya Rabîta Al-Elbeyt a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medya û Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê, hevkariya hinek hêzên Kurd ên bi dewleta Tirk re de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de li hemberî êrişên ser nirxên Ola Îslamê, êrişên dijî çand û netewan û hevkariya bi dewleta Tirk re bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê û Suriyeyê hat kirin. 

Daxuyanî wiha ye: 

“Di dîroka Îslamê de pir caran kes û hêzên nexêr derketine. Wan kes û hêzan hem ola Îslamê xirab kiriye, hem jî zirara mezin daye ummeta Îslamê. Di sedsala em tê de ne de, hêza herî xirab û xeternak DAIŞ û hevalbendên wê ne.  Hevalbendên DAIŞ’ê yên herî li pêş jî, dewlata Tirk û serokomarê wê Erdogan e. Di dîroka ola Îslamê de minafiqek mîna Erdogan nehatiye û wê nayê jî.

Dewlata Tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye. Niha jî dixwaze axa Iraqê dagir bike. Dagirkeriya dewlata Tirk ya li ser axa Sûriye û Iraqê esas ji ber xeyalên wê yên Osmaniya nû ne. Di van êrîşên xwe de daxwaza gelê Kurd a mafdar û xwezayî ji xwe re wek hincetek bi kar tîne. Dewlata Tirk dijminê gel û bawariyan e.  Deshilatiya Tirkan a 500 salên dawî zirararên pir mezin dane ola Îslamê û oladarên dilpak. Taybetî jî xeta Îslama Al-Elbeyt ji deshilatdarên Tirk zirarên pir mezin dîtine û dibîne. Em wek Rabita Al-Elbeyt a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiya dîrokî careke din dixwazin bi bîra bawermendên dilpak ên Îslamê û heskiryên Al-Elbeyt bixînin. Carek din em dixwazin bêjin ku êrîşên dewlata Tirk li Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk tîne, ji bo pêşeroja me hemûyan xeteriyêk mezin e.

Em wek hemwelatî û Rabita Al-Elbeyt a Sûriyeyê, dewleta Tirk baş nas dikin. Hikûmeta Erdogan nîjatpererst û mezhepger e. Heman demê de dijminê hêzên ku beramberî DAIŞ’ê şer kiriye. Çawa ku pêncî sal berê di bin navê aşitî de, girava Qibrisê dagir kiribû, bi heman gotinan ev deh sal zêdetire li ser axa Sûriyeyê jî dagirkeriyekê dimeşîne. Ev dewlet sebeba koçkirina milyonan mirovên Sûriyeyî, valakirina sedan gund û navçeyên welatê me ye. Erdogan welatiyên Sûriyeyî xepandin û ji bo berjewendiyên xwe îro bi hezaran ji wan wek çeteyan bi kar tîne. Herî dawî ji van çeteyan gelek kes derbasî axa Iraqê jî hatine kirin. Ev çetegerî bî rêbazeke nû ya leşkerî û siyasî berdewamkirina tifaqa Erdogan û DAIŞ’ê ye.

Me dît û jiyan kir ku Erdogan dixwaze dijmantiyê bixe navbera gelên Kurd û Ereb. Di Zîhniyeta dewleta Tirk de, Kurd û Ereb wek gelên ku îxanet bi saltanata Osmaniyan kirine tên qebûlkirin û pênase kirin. Erdogan û hevalbendên xwe dagirkeriya ku li Iraqê dimeşînin, li gor aqilê dewleta Tirk ku çend sal berê gotibû: “Sînorên me û Iraqê şaş hatine xêzkirin, pêwîst dikir ku sînor li deştan derbas bibûna” dimeşînîn. Ji ber êrîşên li herêma Kurdistanê berdewam dikin, bi taybetî Kurd û Xirstîyanên li herêma Behdînanê dijîn zirarek mezin dibînin. Dewleta Tirk bi hevalbendên xwe, dijî gerîllayên Tevgera Azadiya Kurdistanê şerê pir qirêj dimeşînin. 

Erdogan û dewleta Tirk, beramberî nirxên ola Îslamê munafiqin û tawanbarên mezinin. Em vê tewanbarî û qirêjiya wan îro di êrîşên li ser gelê Kurd dimeşîne û heman demê de têkîliya bi hikumeta Netanyahu re çêkirî de jî dibinin. Lewma em wek oldarên Al-Elbeyt a Bakûr û Rojhilate Sûriyeyê bang li giştî gelên Iraqê, bi taybet jî heskiryên Al-Elbeyt dikin da ku xeteriya Erdogan û dewleta Tirk çêdike baştir û zelaltir bibînîn. Propagandaya ku Erdogan û Baxçelî bi zimanê dijminatiya gelê Kurd dikin veşartina hedefên xwe yên Osmaniya nû ye. Em daxwaz ji tevahî hêz û aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku xwedî helwestên  bi bandortir bin.

Hinek Kurdên ku li herêma Başurê Kurdistanê li cem Erdogan cîh digirin, sersebebê xirakirina aramiya Iraqê ne. Pêwîste tu hêzek Iraqî bi gotin û argûmanên wan aliyên siyasî û civakî, her wiha kurdên bi hikûmeta Erdogan re ne, neyên xapandin. Ji ber ku ev her dû hêz dijî gelê Kurd û berjewendiyên gelên Iraqê kar dikin. Lewma em bang li wan derdorên Kurd jî dikin da ku ji vî karê nexêr dûr bikevîn. Dewleta ku sedesaliya xwe ya çûyî de bi milyonan Ermenî, bi hezaran Asurî-Suryanî û Ereb qetil kirin, di sedsaliya 21’an de jî berê xwe daye gelê Kurd,  qetilîam li ser gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Tirk û rêvebiriya wê bi vî aqil û sîyaseta xwe ya kîn nabe dostê gel û baweriyan.

Hemû nasname, çand û ziman ayetek ji ba xwedayê mezin û dilovanin. Nabe ku Erdogan û dewleta Tirk Kurdan qetil bike û em bawermend jî bêdeng bimînîn. Lewma em bang dikin ku zilma dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne kesek qebul neke. Beramberî zilma dewleta Tirk û rejîma Erdogan-Baxçelî, di  refên gelê Kurd de cîhgirtin emrek dînî ye jî. Em hêvîdarin ku di serî de ûlemayên heskirîyên ummeta HZ. Muhammed û tevahî bawermend û rewşênbîrên Iraqê dijî dagirkeriya Erdogan û dewleta wî helwestek xurtir nîşan bidin. Ev helwest ji gelên Iraqê û gelên Misliman re bibe nimûneya sekna dijî zilmê. Helwesta misilmanên dilpak û dilsozên Iraqê wê navbera gelên Misilman de xuşk û biratîyê bi hêztir bike. Lewma em wek Rabita Al-Elbeyt careke din bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk helwestên xurtur nîşan bidin. Dîsa em bang li hemû aliyên sîyasî yên Sûriyeyê jî dikin da ku yekîtiya xwe xurt bikin, bi her awahî dijî dagirkerî û nîjatperestiya dewleta Tirk berxwe bidin.”

(a)
ANHA