Ji ber topbaranê kehrebeya xeta rojava ya Girê Spî qut bû

Di danê nîvro de dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran kir, di encamê de kehrebe li ser giştî gundewarê rojavayê Girê Spî qut bû.

Ji ber topbaranê kehrebeya xeta rojava ya Girê Spî qut bû
31 tîrmeh 2024   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundewarê Eyn Îsayê (Cideyde, El Hoşan) zirar gihîşt xetên sereke yên kehrebeya kargeha çementoyê. Di encamê de kehrebe li tevahî gundên bajarokê El Curn ê rojavayê Girê Spî qut bû.

Ji ber hedefgirtin û topbarana artêşa Tirk a dagirker tîmên awarte nikarîn xwe bigihanda wir û tamîr bikira.

(mh)