Berhevkirina sêvan dest pê kir
Cotkarên Kobanê dest bi berhevkirina sêvan û firotina wan a li sûkan kirine. Li gorî cotkaran mewsima îsal a sêvan baş e têra wan û herêmê dike.
Gundê Boraz ê Kobanê bi darên xwe yên sêvan tê naskirin. Her malek xwedî baxçeyeke sêvan e ku debara xwe li ser baxçeyan dikin.
Cotkarê bi navê Mistefa Şerîf (65) di ciwantiya xwe de berê xwe dabû Tûnisê û li wir fêrî çandina darên fêkiyan bû. Dema vedigere welat jî dest bi çêkirina baxçeyekî dike.
Mistefa Şerîf ji gundê Boraz e û ji 20 sal e li baxçeyekî sêvan dinêre. Di baxçeyê Mistefa de ji cureyên sêvan ên wekî melekî, sikardin, golden û kistera 250 darên mezin û 220 darên biçûk hene.
Têkildarî berhema îsal Şerîf got: "Mewsima îsal baş e. Êdî her şêniyek fêrî çandina baxçeyên sêvan bûye. Her kes tê çem min dixwaze xwe fêrî çandin û çinîna sêvan bike. Li sûkan kîloya sêvan bi 10 hezar lîreyê Sûriye tê firotin. Lê em bi 6 hezarî difiroşin ticaran."
Mistefa Şerîf got fêkiyên wan li tevahî herêmê tên firotin û wiha domand: “Em çi qasî eleqeyê bidin baxçe em ê ew qasî sûdê jê bigirin. Divê alîkariya xizanan bikin heta ku beretek çêbe.”
ANHA