Hizbullah kuştina Fûad Şukir ragihand

Hizbullah bi awayekî fermî ragihand ku fermandarê wê Fûad Şukir di êrişeke hewayî ya Îsraîlê li dijî başûrê Beyrûtê de hat kuştin.

Hizbullah kuştina Fûad Şukir ragihand
31 tîrmeh 2024   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ragihandinê diyar kir ku cenazeyê fermandarê leşkerî yê Hizbullah Fûad Şukir di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin, hat dîtin.

Çavkaniyan da zanîn ku agahî ji bo malbata wî hat dayîn.

Îsraîlê roja sêşemê ragihandibû ku Şukir kuştiye û bepirsiyariya êrişa hewayî ya li Mecdel Şemis ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin, girt ser wî.

(mh)