ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 – 08 – 2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 – 08 – 2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66aa9bb168ab8.jpg)
Şêniyên Şedadê ya kantona Cizîrê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew amade ne li hember êrişan bisekinin.
Hilberandina xwecih a sebzeyên havînê li kantona Dêrazorê, hişt ku buhayên gelek sebzeyên ji derveyî herêmê tên, nîvenîv erzan bibe û li kêleka wê rêgeza xwetêrkirinê peyda kir.
Klînîka Arî ya gerok ku ji 4 salan ve di xizmetê de ye, li gund û bajarokên bajarê Dêrikê hefteyê 3 caran digere û alîkariya tenduristî ji bo jin û zarokan pêşkêş dike.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya rojavayê Dêrazorê li hola Meclisa Rêveber a civîna xwe ya salane li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ˊTecrîdê mezintirîn gefa li ser tenduristiya mirov û binpêkirina mafên jiyanê yên hêsan eˊ li navenda Serdem a Hesekê kongreyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya salvegera komkujiya Şengalê li kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê Efrîn û Şehbayê li gundê Til Qerah ê Şehbayê sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan Dilsoz Raco û Çekdar Kobanê, sawet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka 4ˊê Nîsanê ya Hesekê daxuyaniyekê dide, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Navenda Atyaf a Çandî bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyeke çandî li Reqayê ji bo bîranîna Fewziye El Mirî li hola navenda Çandê ya Reqayê li dar dixin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)