Şêniyên Şedadê: Em nahêlin xeyalên mêtingeriyê yên dewleta Tirk pêk werin

Şêniyên Şedadê ya kantona Cizîrê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew amade ne li hember êrişan bisekinin.

Şêniyên Şedadê: Em nahêlin xeyalên mêtingeriyê yên dewleta Tirk pêk werin
1 tebax 2024   04:15
HESEKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen destnîşan dikin ku dê li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin.

Şêniya bi navê Umeye El Mislih êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku helwesta gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek e û dê bi vîn û rêveberiya xwe li hember êrişan li ber xwe bidin.

Ewde El Hisên jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li dijî peymanên navneteweyî ne.

Mihemed El Esed jî bang kir ku êriş rawestin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst sûcên li dijî mirovahiyê dike, jin, zarokan dikuje, binesaziya herêmê topbaran dike û li herêmên dagirkirî, mîna Efrînê, siyasetên tirkkirinê dimeşîne.

El Esed diyar kir ku vîna gelê herêmê û israra wî ji bo parastina destkeftiyan û projeya xwe ya demokratîk, dê nehêle dewleta Tirk xeyalên xwe yên mêtingeriyê Ii herêmê pêk bîne.

(şx)

ANHA