Xalid Meşel ji bo serokê nû yê Hemasê hat destnîşankirin

Çavkaniyên ji Tevgera Hemasê aşkera kir ku pêşbîn e Xalid Meşel şûna Îsmaîl Heniyê bigire.

Xalid Meşel ji bo serokê nû yê Hemasê hat destnîşankirin
31 tîrmeh 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Tevgera Hemasê ji Reutersˊê re got pêşbîn e Xalid Meşel weke serokê tevgerê li şûna Îsmaîl Heniyê yê ku di saetên vê sibehê de li Îranê hatiye suîqastkirin, were hilbijartin.

Li gorî Reutersˊê, Xelîl El Heyê, berpirsê mezin ê Hemasê û li Qeterê rûniştiye û serkêşiya dan û standinên Hemasê yên neyekser bi Îsraîlê re kirine ji nava namzetên muhtemel ên seroktiyê bû. Ji ber ku li gel Îran û hevalbendên wê yên li herêmê yê herî baş e.

(fr)